Kurdish Journalist in Turky-Rewanbej
Dîmenên êrişa çekdarî ya polîsan bo ser rojnamevanên Kurd

Roja Înê (2’ê Cotmehê) du rojnamevanên Kurd bi henceta guh nedana qedexeya derketina derve li bajarê Amedê, ji aliyê polîsên Tirk ve hatibûn girtin. Her du rojnamevan piştî lêpirsînê hatine berdan.
Yek jiwan peyamnêrê Ajansa DÎHA yê, Serhat Yuce û yê din peyamnêrê “Ozgur Gun TV”yê Murat Demir e.
Di dîmenên ku doh (4’ê Cotmehê) ji aliyê televîziyona Ozgur Gun TV yê hatine weşandin, derdikeve ku polîs bi tundî êrişî wan rojnamevanan dikin û çekê dixin ser serê wan û wan binçav dikin. Di vîdyoyê de, polîs ji rojnamevan Serhat Yuce re dibêje: “aqil be! ma min negot dîmenan nekşîne!”

Nûkirina Dawî : 05 Oct 2015 11:34

Xwendin: 147


Leave a Reply