DMME biryara der barê Xetîp Dîcle li dijî azadiya ramane

DMME biryara der barê Xetîp Dîcle li dijî azadiya ramane

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê îtîraza serokê berê yê DEPê Xetîp Dîcle nirxand û biryar da ku dewleta Tirk mafê azadiya raman binpêkiriye.

DMME yê der barê serlêdana serokê berê yê DEP’ê û siyasetmedarê Kurd Xetîp Dicle ya sala 2004 de rûnitinek encam da û biryar da ku dewleta Tirk mafê azadiya raman binpê kiriye.

Xetîp Dîcle ku hêşta jî ji ber doza KCK di girtîgehê de ye, di sala 1997 de, di rojnameya Ulkede Gumdemê de nivîsek bi sernivîsa ”Drama Dêrsimê” nivîsandibû. Piştî vê nivîsê di sala 1998 der barê Xetîp Dîcle de doz hate vekirin û 2 sal sizayê girtinê û her weha pare lê hate birîn. Ev biryara dadgehê jî di sala 2003 de ji aliyê dadgeha bilind ve hate erê kirin.

Xetîp Dîcle der barê vê biryarê de doz veguhezte Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê. DMME jî serlêdana Dîcle nirxand û gehabde encamekê. Li gor vê biryarê biryara dadgeha Tirekiyê li dijî mafê azadiya ramane.  Her weha di biryarê de dihête gotin ku nivîsa Dîcle rexneya li ser polîtîkayên dewlet3e ye.