Doktor, Nobedarên kuştinê

Doktor, Nobedarên kuştinê

Bila nexweş bimrin da Pijîşk û doktorên wî welatî di grevê de bin? Çi bêrêzî û bê wijdaniyeke mezin e ku doktor nexweşan bihêlin ji bo hin îmtiyaz, dereng mayîna mûçeyê mehane û damezirandinê, bi rastî grev yan ’’xwestek yan boykot’’ take riya medeniyane ji bo derbirîna dijatiya li hember hikûmetê û bê pereyî yê ye, yan em di serdema dilreqî û bêwijdaniyeke kujer û xemgîn de dijîn û êdî pijîşk û doktor jî ew karekter nînin ku me wer dizanî parêzerên jiyana me û xwedî moral û ruhê însanî ne? Doktorên niha ji xeynî fermanberên asayî tu tiştek nînin!

Her çîneke civakê di grevê de be, çênabe doktor wî karî bikin û wî sînorî derbaz bikin. Ji bo xwedê û êşa nesekinî ya nexweşan, doktor ji jiyana nexweşan berpirsyarin, nexweş jî nikarin vê xemsarî û bêwijdaniyê qebûl bikin herwiha dîrok çawa dê behsa vê helwesta doktorên Kurd bike?

Ez niha li nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê me, doktor ji ber dereng hatina mûçeyê mehane di grevê de ne û nexweş jî li ser sînorê man û nemanê, ez jî çîroka mirin û bêwijdanî û dilreqiyê dinivîsim!