Dr Fuad Husên: Der barê Rojava de tu peyman nehatine mor kirin

Dr Fuad Husên: Der barê Rojava de tu peyman nehatine mor kirin

Derheqê hevdîtina doh êvarê ya navbera Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên ragehand ku ti peyman nehatine morkirin û got: ’’Di hevdîtina duqolî de li ser Rojava axaftin nehatiye kirin û di mijara enerjiyê de ti peyman nehatine mohrkirin.’’

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, nûçeyên ku dibêjin; bi Tirkiyê re li ser 4 xalan li hev kirine, derew derxistin û diyar kir ku pêkanîna dijî Rojava ya li ser daxwaza Tirkiyê nehatiye rojevê û got ku hevdîtin bi tevahî ’hevdîtineke siyasî’ bû.

Huseyîn wiha axivî: ’’Di hevdîtina bi Serokwezîr re, em li ser pêvajoya çareseriya pirsa Kurda bi rêyên aştiyane û demokratîk axifîn. Rewşa li Sûriyê bi awayekî giştî hat nirxandin. Lê belê biryardarî û mijareke ku Hikûmeta Kurdistanê dê destûrê nede rêveberiyeke de facto ya PYD’ê li Rojava dixwaze ava bike, nehatiye rojevê. Mijara xeta boriya petrolê û mijara enerjiyê ya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana bi ti awayî nehat axifîn. Ji ber ku ev mijar karên navbera hikûmetan in, peymanek di vî warî de bi ti awayî nehat rojevê.’

Bas news