Êdî pişka facebookê yên kesê ku dimrin jî dê bêne girtin

Êdî pişka facebookê yên kesê ku dimrin jî dê bêne girtin

Mirovên ku dimrin pişka wan ya Facebookê jî bi gelik aliyên xwe ve ji bo navê wan kesan û malbatê rewşekî nexweş derdixe pêş. Ew kes jiyan jî nakin lêbelê di facebokê de gelik tişt di derbarê wan de belav dibin, rojbûnên wan, çalekiyên wan, karên wan dîsan jî têne pêş. Ji bo vê yekê Kargeheka Siwîsreyî çareyek dît.

Kargeha Meytê mirovan ya Siwêd (SBF) karekî nû pêş xist. Êdî pişka facebookê ya kesên ku dimrin bi destûrdana malbata wan ve dê bête girtin.
Hetanî neha gelik pişkên kesên ku dimrin yê Facebookê piştî mira wan jî vekirî dimîne û tişt li ser navê wan têne parvekirin. Ev yek bêgûman malbatên van kesan jî nerehet dike û rewşekî nebaş derdixe holê. Ji ber vê yekê jî Kargeha Meyt an ya Siwîsre (SBF) karekî nû pêşxist û diyar kir ku ewana dikarin pişka van kesên dimrin ya Facebookê bigrin. Ji bo vê yekê tenê pêwiste ku malbata kesên jiyana xwe jidest dayî destûrnameyekê bidin vê saziyê.

Rewanbej.net