Edîb Çelkî Bi Helbestê Jiyana Ebdulselam Barzanî Zindî Dike

Edîb Çelkî Bi Helbestê Jiyana Ebdulselam Barzanî Zindî Dike

Hanover– Helbestvanê Kurd Edîb Çelkî, jiyana kesatyê Kurd şêx Ebdulselam Barzanî, bi dastaneka helbestê behsî jiyana vê kesayetiya Kurd dike.

Edîb Çelkî ku helbesta vê dastanê nivîsîye, serhatya serkirdeyê Kurd şêx Ebdulislamê Barzanî vedgêrît û ronahyê dixîteser gringitrîn êzgehên xebata wî.

Çelkî digel sitranbêjê genc Rêkêş Seyranî awazek Kurdî – derwêşî bo sitranê helbjartî ye û vî sitranbêjî bidengê xwe yê xoş sitrandî ye.

Ev sitrane ku 14 xuleka vedkêşît li meha tişrîna dûyê/ november 2012ê li studya hunermendê Kurd Nal Îwirtsever li Stembulê hatye tomarkirin û baştirîn muzîkvanên Kurd u Turk têda pişkdarbûne.

Bilurvanê devera Barzan Sefwet Kanîbutî parçeka bilurê “ji awazên taybetên devera Barzan” li destipêkê gotî ye, ku ew parça bilurê li Hewlêrê tomarkirye û bi serperşitî ya giştî ya hunermend Nal Îwirtsever, sitranbêjê genc Hêmin Hisên bikarê aranjekrinê rabye.

Edîb Çelkî bi ajanis û radyoya Peyamnêr ragehand, ev kilîpe ji derhînerya derhînerê Suydî Nîno Bîganuvîçew hejar Duhokî wek harîkarê derhînerî harîkarê vî berhemîye û rolekê berçav hebûye û ew û xanma hêja Dotmîr bi karê wergêrranê jî rabûne. Digel kamîra wênegrê Suydî Vîkturu du kamîrên din (Bi giştî bi çar kamîra) dîmenên vê kilîpê hatîne girtin.

Çelkî îmaje bi wê çendê jî da, Mihemed Elî Etruşî wekî çavdêrê hunerî rolek gring diklîpê da dîtî ye, bi taybetî di helbjartna hîma û sumbulên Kurdî da û rakirna astenga di rêka karî daw peydakirna çarew dîmenên alternatîf, got jî “di dinvîsîna sînaryoya timamker bo sînaryoya nvîskar min nvîsîy û Nîno Bêganovîç û hevalên wî dewlemendikrî”.

Gut jî “herdû hunermendên genc Kovan Kurrkî û Neşwan Mhemed Salh rolekê berçav û karîger hebû dpeydakirna eksiswaru pêdvî yên dîmenan da, ku ez dkarm bi bêjm dest û pên vî karî ew bûn. Bi çavdêrya mamê wî Îmadî zarrokê bihagran (Eyko) rolekê ciwan dît di helgirtna wênê şêxî di gelek dîmenan da”.

Pitir gut “sitran wek tomarkirna deng û muzîkê piştevanya diravî ya vê quynaxê ji alyê kesanê Kurdê xêrixwaz Ebdulewehab Mhemed Îsa ve bûye û eger ew nebaye da ev kare hêtepaşxistin û niha ronahî neddît. Lewa ew pitir ji her kesekî cihê supasyeka mezin û bêsnore, dû : quynaxa kilîpê. Sê alîyan piştevanya vê quynaxê kirye ku evene Ebdaluhab Mhimd Îsî, rêveberya giştî ya rewşenbîrî li Duhokê û kenalê Esmanî (war) li Duhokê. Anku ev kilîpe berhemekê hevpişke dinavbera van hersê alî yan da, ku her sê jî chê rêzgirtin û supasyeka bêsnorn. Li vêrê dixwazm supasyeka taybet pêşkêşî rêzdaran Eyub Remezan rêveberê giştî yê rewşenbîrya Duhokê bikem li ser harîkarya merdaneya wan bo projê me. Ebdulehab Mhemed Îsa bo pişkdarya wî di vê quynaxî da jî. Her wesa parêzgarê Duhokê Temer Remezan li ser piştevanî û harîkarya wî û rêxoşkirna wî bo karê me bi rengekê giştî”.

PNA