Efrîn: Dema Ku Bav li Raserî Cendekê Lawê Xwe Disekine

Efrîn: Dema Ku Bav li Raserî Cendekê Lawê Xwe Disekine

Azadê Bozo, ciwanekî 35 salî ye. Welatiyekî bajarê Efrînê ye û duh înê di topbarana firokeyên dagirkeriya Tirkiyê li ser taxa Mehmûdiyê de şehîd bûye. Mehmedê Eliyê Bozo ku bavê Azad e, li başûrê Efrînê -li ser rêya Basûtê- li raserî cendekê lawê xwe sekiniye. Law bi betaniyekê pêçayî ye. Bavê wî behitî û bêdeng li cendekê lawê xwe dinihêre. Xwîna lawê wî bi çong û delingên wî ve hesikiye. Cigareya xwe bi sistayî di nava tiliyên xwe de zevt kiriye. Ne girî jê tê, ne jî qêrîn...

Eger meriv deh rojên temam bi berdewamî binivîse, dê nikaribe afat û bobelata di wêneyê de bibêje.