Eger – Mihemed Hesko

EGER
Biratî rengê ala te bî
Kurdayetî ola te bî
Kawa, pêxemberê te bî
Mem û zîn, pirtûka tebî
Laliş, bergeha tebî
Newroz, cejin û sersala te bî
Kayxesrew, simbolê tebî
Xanî, rêberê te bî
Qazî, pêşengê te bî
Dîrok mamostayê te bî
Cûdî, pişt û hevalê te bî
Xwendin û zanîn rêça te bî
Rewşa welat, li ber çavên te bî
Baweriya te, bi doza te bî
Kurdistan, li paytextê dilê te bî
Serê te jî, ê te bî
Bila … bila,
Xwedê bi xwe, dujminê te bî!?
Mihemed Hesko