Emerîka li dijî terorê piştgiriyê dide Îraqê

Îraqê û Emerîkayê li hevkirin ku Bexdayê ji qeyrana Sûriyê dûr bixin û li dijî terorê jî Emerîka hevkariya Îraqê bike.
Li Îraqê bi taybet di meha remezanê de ji ber teqînqan û rûdanên terorîstî nêzîkê hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî û Emerîkayê li hember van rûdanan nîgeraniya xwe diyar kirin.
Wezîrê karên derve yê Emerîkayê Con Kêrî di gel wezîrê karên derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî hevdîtinek pêk anî. piştî hevdîtinê her du wezîr kongireyekî rojnamevanî ya hevbeş lidarxistin. Con Kerî ragihand ku Îran û Hizbulah dixwazin li herêmê qeyranê durust bikin û ew bi Zêbarî re hemfikire ku rê nedin vê tiştî.
Kêrî di axavtina xwe de got: ’Li Îraqê bi awayek qaçax çek bo Sûriyê diçin. Ji bo pêşiya vê bê girtin pêdivî bi karên cidî heye.’
Kêrî diyar kir ku çûna ciwanên Îraqî bo Sûriyê neyê qebûl kirin û da zanîn ku tundrewên Sunî û Şî`e dikarin aramiya li Îraqê têk bidin û teqez kir ku Emerîka li dijî terorê wê havkariya Îraqê bike.
Her weha Hoşyar Zêbarî jî diyar kir ku hikûmeta Îraqê der barê Sûriyê de helwesta wan serbixwe û bê aliye. Zêbarî aşkira kir ku ew ne pare û nejî çek, an jî neftê nadine rêjîma Sûriyê. Zêbarî got: Îraqî bê agehiya hikûmeta Îraqê dikevin Sûriyê û hin kom hene ku ciwanan dişînin Sûriyê.
Zêbarî der barê metirsiyên Qaîdê û Cebhet Nusre de alîkariya ewlekarî ji Waşintonê daxwaz kir.