Encamên dumahîkê yên hilbijartinên herêma Kurdistanê

Encamên dumahîkê yên hilbijartinên herêma Kurdistanê

Encama hilbijartinên herêma Kurdistanê hêdî-hêdî zelal dibin. Li gor encamên dawiyê PDK yekem derketiye û 37.46 ji % ê dengan wergirtiye, Tevgera Goran 25.5 ji % dengan wergirtiye û YNK jî 16.37 ji % dengan wergirtiye. Li gor van encaman YNK deng wenda kiriye.

Hilbijartinên çaremîn yên herêma Kurdistanê doh pêk hatin. Bi giştî 27 partî û 4 endamên serbixwe bo bidestxistina 111 kursiyên parlamentoyê ketine pêşbaziyê de. Hejmara hilbijêran 2 milyon 800 hezar kes bûn lê 74 ji % hilbijêran çûne ser sindoqan. Li gor encamên dumahîkê heta niha Milyonek Nehsed sîh û du hezar dused (1.932236) deng hatine hejmartin û belavbûna dengan ya li ser partiyan jî wehaye:

PDK  37.46 % | 723,876

Gorran  25.5 % | 492,775

YNK  16.37 % | 316,248

Yekgirtû  9.76 % | 188,638

Komel  6.44 % | 124,500

Partiyên Din  4.46 % | 86,199

Li gor van encaman 5 partiyan di rêjeyek bilind de deng standin. Ji sê bajarên Mezin yên herêma Kurdistanê li paytext Hewlêrê PDK bû yekem û  44.52 ji  % dengan wergirt. Goran 18.08 ji % dengan bû dûwem. Li Silêmaniyê Tevgera Goran 43.5 ji  % dengan bidestxist, YNK jî 24.86 ji % dengan wergirt. Li Duhokê PDK bû yekem û 75.91 ji % dengan qezenç kir.

Li gorî daxuyaniya komîsyona bilind ya hilbijartinên serbixwe ya Îraqê rêjeya beşdarbûna hilbijartinan 74 % bûye û hilbijartin bi giştî bê arîşe û bi awayek zelal pêk hatiye. Endamê komîsyona hilbijartinên serbixwe yê Îraqê Sîrwan Ehmed diyar kiribû ku dê encamên fermî roja 26ê Îlona 2013 bêne eşkerekirin.

Li gor van encaman dê kursiyên parlamenê piranî bo PDK, Goran û YNK bin. YNK heta niha di hemû hilbijartinan de partiya duwem bû lê vê carê hejmarek zêde yê dengên xwe wenda kir.

Piştî hilbijartinan serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li xelkê Kurdistanê kir da ku li hember emcaman rêz nîşan bidin. Serok Mesûd Barzanî got ku serkeftina hilbijartinan her weha serkeftina herêma Kurdistanê ye û ji bo gelê Kurd deskeftiyek mezine.

Tevgera Goran ku duwemîn care beşdarê hilbijartinan dibe bû partiya duwem. Piştî hilbijartinan serok3e tevgera Goran Noşirwan Mistefa ji bo alîgirên xwe got ku eve serkeftina me hamûyane.

Der barê hilbijartinên herêma Kurdistanê de Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku hilbijartin bêyî arîşe pêk hatine.

Rewanbej.net