Endamên Kongreya Netwî îşev diyar dibin

Endamên Kongreya Netwî îşev diyar dibin

Li gor nûçeya malpera Rudaw, biryare îşev endamên civîna amadekariya kongreya netewî ya kurd bicivin, li ser karê komîsyonan û parvekirina endamên komîsyonan li tevayî Kurdistanê guftûgoyan bikin.

Endamê civîna amadekar a kongreya netewî Xefûr Mexmûrî ji Rûdawê re got: “Îşev saet 21.00an civînekî din a amadekariya ji bo kongreya netewî ya kurd tê lidarxistin.”

Mexmûrî derbarê naveroka civînê de jî wiha got: “Awayê xebitîna 8 komîsyonên biryar li ser dirûstkirina wan hatî dayîn, wê bê diyarkirin. Ew jî bi awayek ku piştî kongreyê hinek komîsyon wê bimînin û ji bo pêşniyar û daxwazên kongreyê bişopînin.”

Komîsyonên hatine dirûstkirin evin; siyasî, ragihandin, prensîbên hevbeş, aborî, modela kongreyê, çand, ziman, huner û rewşenbîrî, civaka azad û parastina jîngehê.

Xefûr Mexmûrî bal kişand ser wê yekê ku wê di civîna îşev de guftûgo li ser 600 endamên hatine destnîşan kirin bê kirin. Herwiha wê awayê parvekirina wan li ser tevayî Kurdistanê jî bê guftûgokirin.

Jêde rRudaw