• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Erdogan 550 wekîlan dixwaze

Erdogan 550 wekîlan dixwaze


barkirin: Êlûn 21, 2015, 1:20


Doh (20’ê Îlonê) Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan di mitînga ‘ala tirk’ de axivî û got:’’ HDP’ê bi zorê ala me di kongireyên xwe de didaliqîne”.

Erdogan di axiftina xwe de îdia kir ku gelek caran HDP’yiyan hewil dane alaTirkiyê bînin xwarê: ’’ (HDP) bi piştgiriya Tirkên spî liser piyanin, lê ev yek zêde dom nake’’.

Erdogan di dawiya axiftina xwe de got: ’’400 wekîl têrê nakin. Hûn dê 550 wekîlên xwecîh û milî bidin’’.

Piştî heman mitîngê wekîlê AKP’ê yê Mêrdînê, di daxuyaniyekê de ji bo kanala TRT Haber’ê got: ’’ Ji bo ku şerê li Tirkiyê bidawî bibe, divê HDP’ê benda sedî 10 derbas neke, ger HDP’ê bendê derbas bike wê ev şer mezintir bibe’’.

Tevî ku Partiya Demokrata Gelan HDP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de ji sedî 13 ya dengan bidest xistibû, lê AKP bawere di hilbijartina 1’ê Mijdarê de HDP’ê bendê sedî 10 derbaz nake.

Pêştir Serokkomarê Tirkiyê di axiftinekê ji alîgirên AKP’ê re gotibû: ’’ Ger hûn 400 wekîlan bidin me, ezê bingeha Tirkiyeya nû ava bikim, qanûna bingehîn ji nûve dê bê nivîsandin, pirsgirêkên heyî namînin’’.

Piştî vê daxûyaniya Erdogan û gurbûna şerê di navbera gerîllayên PKK’ê û Dewleta Tirkiyê, Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di daxûyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF)ê gotibû: ’’ derdorên ku banga sekinandina şer dikin, bila bizanin ev şer ji aliyê Erdogan ve hat destpêkirin û pêşxistin, Erdogan ji bo 400 wekîlan, vî şerî dimeşîne’’.

dîtin: 211

Pêveker:

erdogan 550 wekîlan dixwaze