Erdogan: Destê Îsraîlê di darbeya Misirê de heye. Îsraîl: Axaftinên Erdogan pûçin

Erdogan: Destê Îsraîlê di darbeya Misirê de heye. Îsraîl: Axaftinên Erdogan pûçin

Der barê derbeya li Misirê de serokwezîrê Tirkiyê Erdogan got ku destê Îsraîlê di darbeya leşkerî ya li Misrê de heye û îdia kir ku di destê wê de belge hene. Li hember vê daxuyaniya Erdogan wezareta karên derve yê Îsraîlê jî got ku daxuyaniyên Erdogan pûçin û nehêjayê nirxandinê ye.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîn Erdogan di civîna Serokên Bajaran yên AKP’ê de axivî û behsa xebatên partiya xwe ya 12 salan kir. Erdoxan di axaftina xwe de got kesên îradeya netewî qebûl nakin darbeyan li demokrasiyê dixînin û got rêya demokrasiyê ji sindoqê derbas dibe û balkişand ser darbeya leşkerî ya Misrê.

Erdogan îdia kiri ku destê Îsraîlê di derbeya Misrê de heye û got ku der barê vê de belge di destê wan de hene. Erdogan got: “Sindoq îradeye gele. Ya li Misirê pêk tê ev e. Li Misirê tê gotin demokrasî ne sindoqe.  Destê Israîlê di nav de heye. Di destê me de belge hene.”

Ji aliyê din ve wezareta karên derve yê Îsraîlê bersiv da îdiaya Erdogan. Rawêjkarê wezareta karên derve yê Îsraîlê Yigal Palmor ji ajansa Associated Press re axivî û got ku eve axaftinên pûçin, ne hêjaye li ser vê daxuyaniyê nirxandin bê kirin.