Êrîşa hêzên îslamî bi ser neket

Êrîşa hêzên îslamî bi ser neket

Şerê Rojava, berî wê şerê Kurd û Ereba, şerê ku bi navê ol û baweriya îslamî li cîhanê bi tundî û xurtî tête meşandin karîgeriya xwe û li her deverên jiyanê dike û ev şer di warê torbendiyê de jî bi xurtî tête meşandin.
Di vê heftiya dawî de ji aliyê komeke -xirapker- an jî hackera ya navdar ve êrîşek li ser serverên Kurdhosting hate kirin. Ev group ji ber ku em xêrekê ji wanre nekin em navê wan nadin. Lê di dema xwe de gelik malperên saziyên giring yê Emerîka û malpera New Yourk Times jî xirab kiribûn. Di encama vê êrîşa wan de malpera Rewanbêj hindekî xisar dît lê xirab nebû. Malpera Felsefevan jî hindekî xisar ji vê êrîşê dît. Malpera Konê Reş ku ji aliyê Kurdhosting ve hatî amadekirin hate xirabkirin. Derveyî van malperên çandî, hunerî û wêjeyî 6 malperên dîtir yên ticarî ku di serverên Kurdhosting de cih digrin hatin xirabkirin.
Lê di encama vê êrîşê de dîsan hemî ewlekariya serverên Kurdhosting hatiye sitandin û êrîş hatiye astengkirin. Malper ji îro pêve dê weşana xwe ya asayî bidomînin. Malpera Rewanbej jî dê bi hemî aliyên xwe ve rureşî û bûyerên derveyî mirovî yên hêzên îslamîst yên wekî El Qîde û El nusra ji bo raya giştî pêşkeş bike.

Rewanbej.net