• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Êrîşên wekî yên Cizîrê vê carê li Bismilê pêk tînin

Êrîşên wekî yên Cizîrê vê carê li Bismilê pêk tînin


barkirin: Êlûn 27, 2015, 10:14
xwendin: 147


Leşkerên tirk piştî Bismil dorpêç kirin dest bi kuştina mirovan kirin.
Di bin navê “qedexeya derketina kolanan” de her kesê niştecî di mala xwe de jî bi kuştinê ve rûbi rû ma.

Li gorî nûçeyên ji navçeyê hatî taxên Avaşîn, Rojava û Zap ê armanca şerekî ya leşkerên tirke.

Kujerên bispor li ser bana kesên dilivin dikine armanc û Kurdan dikujin.

Hate diyarkirin ku li taxa Avaşîn leşkerên tirk bombe avêtine malbata Şimşek.
Di encama vê kujeriyê de kecikeke bi navê Elif Şimşek ya 8 salî jiyana xwe jidest daye û ji heman malbatê kes birîndar bûne.

Leşkerên tirk, berdewam gula dibarênin û tê diyarkirin ku gelek birîndar hene.

image

Pêveker:

Êrîşên wekî yên cizîrê carê li bismilê pêk tînin