Bashar Assad- Rewanbej
Esed: Hevpeymanetiya me nemîne herêm wêran dibe

Sorokkomarê Sûriyê dibêje hevpeymanetiya wan bi Îran, Îraq û Rûsyayê lazime serbikev, neku hemû herêm bi metirsiya wêraniyê re rûbirû dibe.

Esed ku bi kanala xeber a Îranê re axiviye êrişên Amerîka û hevpeymanên wan li Îraq û Sûriyê bêbandor wesif dike û dibêje ev êriş tenê terorîzmê zêdetir dikin.

Serokkomarê Sûriyê welatên rojavayî bi piştgîriya ji terorê tawanbar dike, ”niha terorîzm gihiştiye welatên wan bi xwe û pêla penaberiya xelkê Sûriyê û welatên din yê herêmê bo welatên rojavayî rastiya veguhestina terorîzmê bo wan welata e”.

Beşar Esed di beşeke hevpeyvînê de bi tundî peyam da Tirkiyê û got, mafê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu nîne derbarê welatê wî de pêşniyaran bidin.

Beşar Esed di hevpeyvîna xwe de wiha got: “Erdogan û Davutoglu di dinê de pêşniyaran nadin ti aliyan. Rastî ev e, evqas hêsan û zelal e.”

Esed ragihand sedema pirsgirêkên vê dawiyê yên li Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê bi xwe ye û wiha got: “Tirkiye bi salan welatekê aram bû. Lê Erdogan bi zimanê xwe yê fitnê, cudaxwaz û helwesta xwe aramiya Tirkiyê têkda”.

Çend roj berê Tirkiyê mudaxeleya leşkeriya Rûsiyê di piştevaniya Esed de mehkûm kir. Lê bi baweriya gelek çavdêran bi cîh girtina Rûsiyê di vî şerî de, êdî Tirkiyê nikare bi hêsanî di kar û barên sûriyê de destêvedranan bike.

Piştî êrişa Rûsiyê bo ser baregahên Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê li Sûriyê, gelek welatên rojavayî rexneyan ji êrişa Rûsiyê digirin û dibêjin armanca Rûsiyê hiştina Beşar Esed di desthilatê de ye ne şerê bi DAÎŞ’ê re.

Herwiha çalakvanên Sûriyê jî dibêjin, wer xuyaye ev êriş zêdetir bo ser grûpên din e.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê îdîa dike ku di êrişên xwe de bi dehan baregahên DAÎŞ’ê bi taybet jorên oparasyonê, kampeke fêrkaryê, cebilxaneya vê grûpê hedef girtine.

Serokkomarê Amerîkayê, Barack Obama jî roja Înê (2’ê Cotmehê) di civîneke çapemeniyê de gotibû, take sedema mayîna desthilata Esed piştevaniya Îran û Rûsyayê ye. Obama got, desttêverdana Îran û Rûsiyayê di Sûriyê de wan dixe nava qopiyekê ku derketina jê mehal e.

Nûkirina Dawî : 05 Oct 2015 9:13

Xwendin: 175


Leave a Reply