wpid-muiznieks.jpg
Ewrupa; Bilez divê çavdêrên serbixwe biçin Cizîrê

Serkanê Mafê Mirova yê Konseya Yekîtiya Ewrupa Nils Muiznieks daxuyanî da û bang li Tirkiyê kir da ku rê li şande û çavdêran veke da zû biçin Cizîrê.

Muiznieks da xuyakirin ku ji 4 ê Êlûnê ve derketina kolana li Cizîrê hatiye qedexekirin û rewşa nişteciyan, di warê bidestnexistina pêdiviyên mirovî gelek xirabe.

Nils Muiznieks ragihand, wana hindek zanyarî bidest xistine leşkerên artêşê hêza bêpivan bikar anîne.

Serkirdeyê Konseya Mafê mirovan ya Ewrupa diyar kir ku ji bo Helmetên leşkerî divê çavdêriya Dadgehan hebe.

Nils Muiznieks got ku dazanînên rayedarên Tirk di derbarê buyeran de têrê nakin û pir bawerî nadin.

Nûkirina Dawî : 11 Sep 2015 21:45

Xwendin: 106