wpid-wp-1448835262968.jpg
Ewrûpa Tirkî xelat kir

Iro li Brukselê civinabilind ya Yekîtiya Ewrupa û Tirkiyê pêk hat. Di encama civîna bilind ya Yekîtiya Ewrupa û Tirkiyê de biryar hate girtin qaşo “ji bo penaberan” 3 Milyar Euro pere bo Tirkiyê bê dayîn.

Bi taybet di demeke wisan de ku dewleta Tirkiyê bi hemî hêz û pêkanîna xwe kurdan dikuje û dixwaze serkut bike biryarên Yekîtiya Ewrupa yên ji bo Tirkiyê bûne piştevanî, arîkarî û hêzdaneka mezin.

Di nava biryarên civînê de rabûna vîzeyê ya navbera Ewrupa û tirkiyê jî hebû. Piştî ewqas piştevaniya dewleta tirk ji bo hovên Daîş û çalekiyên terorîstan li Ewrupayê disan jî di hevdîtinan de hate diyarkirin ku di payiza sala 2016 ê de pediviya vîzeyê ji holê rabe.

Nûkirina Dawî : 29 Nov 2015 23:15

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 132