Exzer Îbrahîmî daxwaza lêborînê ji gelê Sûriyê kir

Exzer Îbrahîmî daxwaza lêborînê ji gelê Sûriyê kir

Nûnerê Navdewletî û Erebî li Sûriyê Exzer Îbrahîmî daxwaza lêborînê ji gelê Sûriyê kir û ragehand ku gera duyem a danûstandinên Cenevre di navbera şanda Rejîma Sûriyê û şana mixalefeta Sûriyê de rawestiyane û nediyare bê kengî dê careke din dest pê bikin.

Gera duyem a danûstandinên navbera şanda rejîma Sûriyê û mixalefeta Sûriyê di 10’ê mehê de destpêkiribû, piştî bidawîhatina gera yekem di 31’ê meha Çile de ku tu encam jê derneketibûn.

Exzer Îbrahîmî piştî bidawîhatia civîna îro (15.02.2014), ku kurttirîn civîn bû di her du gerên danûstandinan de, di civîneke çapemeniyê de got danûstandin rawestiyane ji ber ku şanda rejîma Sûriyê red kiriye ku xala pêkanîna hikûmeteke veguhez li Sûriyê gotûbêj bike.

Îbrahîmî, ku di heman demê de navbênkariyê di navbera mixalefet û rejîma Sûriyê de di danûstandinên rasterast li Cenevre dike, da zanîn ku şanda rejîmê pêdagir e li ser gotûbêjkirina pirsa nehiştina terorê berî hemû pirsên din, lê ev yek ji aliyê şanda opzoîsyonê ve nehat qebûl kirin.

Îbrahîmî da zanîn ku wî daxwaz ji rejîmê kiriye da hewlêsteke nerm li himber pirsa gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta veguhez bide xuyakirin û danûstandin pêş ve herin. Herwiha eşkere kir ku dema destpêkirina gera nû ya danûstandinan heta niha nediyare, lê wî daxwaz ji her du aliyan kiriye ku di nav şandên xwe de li ser berdewamiya danûstandinan û gotûbêjkirina pirsa nehitşina terorê û hikûmeta veguhez, rawestin.

Li gor daxuyaniya Cenevre-1, ku di 30 Hezhirana sala 2012’an de hatiye ragihandin, krîza Sûriyê bi rêya avakirina hikûmeteke veguhez bi desthilatên temam tê çareserkirin, û ev xal bingeha Konferansa Cenevre-2 bû.

Basnews