wp-1456397899989.jpg
Ez çûm Amedê – Serdana Saziyên Kurd – 3 | Çiya Mazî

Di heman roja (12.02) de ez û hevalê xwe yî ku li Amedê dimîne û pîsporê xizmeta civakî bi hev re di bin dengê çekên Sûrê de ber bi Komeleya Nivîskarên Kurd ve dimeşin. Em dengê çekan jî yek bi yek li gor xwe bi nav dikin, “ev ya keleşê bû, ev ya tiştekî hê cûda”. Pîspor dibêje, em jî bi damezrandina komeleyekê re mijûl in van rojana, em dixwazin biryarekê bidin ku komeleyeke karê xwe ya ji bo derûniya civakî tê kirin ya Kurdistanî ava bikin û ji alî rojavayê Tirkiyeyê veqetin, tenê komeleyek xwe ava bikin. Çima? dibêjim. Dibêje, ji ber ku her em diçin Enqereyê û deverên din, em ji wan re bahsa travmayên xwe û yên mirovên di nava şerê kurdan de dikin û ev yek wan nerehet dike carinan an jî fêm nakin û gelek carî em nikarin hinek tiştên bi dilê xwe bikin û bibêjin.

Di wê kêlîkê de panzereke derbxwarî li ser kamyonetekê ku ji alî Sûrê tê û di ber me re derbas dibe. Hevalê min nişanî min kir derba wê, li kêlekê bû û derbeke bazûka bû teqez, pir kûr çûbû. Gerwiha panzer gellekî hejiyabû li go amareyên din. Kî dizane çend kes di vê panzerê de mirine, min digot. Aha li ber me bû û di lampeyên trafîkê de jî sekinîbû û hinek kesan lê dinêrî bi balkêşî, lê pirê mirovan qet bala xwe nedidanê û wekî tiştekî ji rêzê, di ber re derbas dibûn û diçûn.

Komeleya Nivîskaran jî nêzî Şaredariyê bû û em bi asansorê çûn jor û me li zengila derî xist hinekî bi peroşî. 4-5 hevalê nivîskar li wir bûn. Bi silavdayinekê û xêrhatineke germ em rûniştin. Cihekî xweş stendiye komeleyê, daireyek fireh û nû bû.

Dema ku serokê komeleyê bahsa halê xwe û komeleyê dikir, digot aha ev e halê me û berê xwe ber bi Sûrê vedikir û her wiha dengê çekan nişan dikir. Û digot nivîskar jî kêm tên vê derê. Ji alîkî jî amadekariya qursekê dikir û texteyê nivîsê amade dikir ku me fêm kir hinekî japonî dê werin kursa zimanê kurdî ya taybet, ji bo wan hatiye amadekirin. Ji xwe çend kêlîkên din ew jî hatin û derbasî alî metbexê bûn. Wekî malbat bûn û zarokên wan î biçûk jî bi wan re bûn. Me cih ji wan re vala kir û jinek û du-sê mêrên Japonî-Çînî hatin ba serokê komeleyê ji bo dersa zimanê kurdî û bi kurdî ji me re gotin “rojbaş !”.

Piştî wan dest bi dersa xwe kirin me em jî derbasî metbexê bûn, metbexa ku cihê xwarin û vexwarinê bû, îjar dibû metbaxa raman û nîqaşên kûr û xuyabû ku gellek carî wisa bûye.

Nîqaşa ku min bi 2-3 hevalên nivîskar re li vê metbaxê kir dûrî hestiyarî û bi awayekî ‘aqlî selim’ bihurî. Hat gotin ku ev têkoşîna aniha dengê çekên wê tê me, ne tenê bi Sûrê û Cizîrê ve girêdayî ye, bi Rojhilata navin ve girêdayî ye. Hat gotin ku; ev têkoşîna ku niha li nava bajaran dest pê kiriye, dibe ku amadekariya şerên mezin bin, dibe ku destkeftiyên mezin derxin holê û xuyaye ku ev şerekî bêveger e, dibe ku ev yek êşên mezin jî derxe holê û bi sedan mirov jî bên kuştin. Dibe ku koçberiyên mezin jî çêbibin û gellek tiştên ku niha xuya nabin jî xuya bibin; wekî şerê çiyê û bajaran bibin yek, wekî şer li hemû navçe û kolanan belav bibe, li gundan, li bejahî û bajaran jî gûr bibe. Wisa jî xuyaye ku gel jî bi vî şerê bajaran re xwe bi xwe xwe amade dike. Peyva ku ji 60 rojî bêhtir berxwedana ciwanan li Sûrê û bandora wê, hêza psikolojîk li ser her kesî xuya dibe, wekî qaweteke heta niha nedîtî dibînin. Bawerî jî çêdibe ku ev şer heta serkeftineke berbiçav neyê, bi dawî nabe û heta tê gotin ku kî bêbêje jî ev nasekine heta ku serkeftyinek çênebe. Herwiha bandora qetlîama Cizîrê û Silopî gellekî xuya dibe li vê metbaxê û hinek heval wê bi hinek eşîrên Cizîrê û Silopî ve jî girê didin û alîkariya wan eşîran a bi dewletê jî derdikeve pêş.

Her wiha dibe ku dewletên dinyayê jî tevlî şerê nava Tirkî û Kurdistanê bibin û têkiliyên cuda yên kurdan û dewletên dinyayê derkevin holê. Dibe ku ev têkilî hebin jî, dibe ku korîdorên şer bi derveyî dewletên xuyayî jî bên holê. Dibe ku NATO di şerê tirk û kurdan de alîkariya dewleta tirkiyeyê nekin û bi ser şoreşger û çekdarên kurd de neçin û êrişî wan nekin. Ji ber ku xala rêziknameya NATo ya 5 ê dibêje ku ji derve êriş li emdam û mutefîkên NATO çêbibe dê bertek û piştgirî bê kirin, lê navxweyî be kes nakeve navbera şer. Herwiha bi balafiran jî ku bombe bikin dikeve nava peymana Cenewreyê ya rêzikên şer. Û niha ev şerê wekî navxweyî xuya dike. Her wiha dibe ku Rusya an Amerîka jî tevlî vî şerê navxweyî bibin û ku berjewendiya wan li ba kurdan hebe dibe ku alîkarî jî bibe. Lê dibe ku alîkarî bi Tirkiyeyê re jî bikin. Û xuya dibe ku haya rêxistin, şexs û nivîskarên kurd hemî ji vê yekê heye û herkes bilêv dike û li gor wê yekê jî tevdigerin.

Piştî gellek nîqaşên di metbexa nivîskarên kurd de, ji wê metbaxa ku di bin dengê çekên şervanan û endamê artêjê de qursa zimanê kurdî dihat dayin û bi “aqlî selîm”, bêyî peroşî niqaşên cûr be cûr dihat kirin, em rabûn û min û hevalê pîsporê travmayan me berê xwe da cîhekî din.

Em çûn Rojnameya Azadiya Welat ku hinekî dûrî Sûrê ye, lê bi hemû hêz, fikir, nûçe û xebatên xwe ji her kurdî, ji her sazî û girseyê bêhtir di nava sûrê de bû. Xebatkarên vê rojnameyê wekî her demê dîsa bi şewkek bêhempa, bi biryar û hişê zindî, bi cesaret û çalakgeriyên nedîtî karên xwe dikirin. Ev ji axaftinên wan, ji tevger pirs û bersivên wan di derbarê bûyeran de xuya bû. Ev ji hevalên wan nûçegihanên wan ku digotin niha yek jê di bodrumeke Cizîrê de maye, ji nûçegihanên wan î niha li Sûrê ne jî diyar dibû.

Min îro gera xwe ya li saziyên kurd bi serdana bernameger û nivîskarekî Tv ya kurd a Amedê, li cafeya parkeke xweş ya nava bajêr bi dawî kir.

Dê bidome…

Nûkirina Dawî : 25 Feb 2016 11:57

Xwendin: 559


Derbarê nivîskarde

Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960′î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê. Çiya Mazî ji sala 1993′an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.

Leave a Reply