Facebook messenger di telefonê de girtî namîne

Facebook messenger di telefonê de girtî namîne

Bernameya gotûbêjê ya torbenda civakî facebook ê Facebook Messenger bi pêkhatina xwe ya dawî messenger 3 ve êdî di telefonên desta de girtî namîne.
Bernameya facebokê ku we carekê daxist û girte ser telefona xwe êdî hun nikarin ji bernamê derkevin û herkesek we li ser xetê dibîne. Rêkeke ku hun karibin ji bernamê derkevin jî di bernamê de nîne. Ji ber vê yekê jî bernama gotûbêjê ya facebookê messenger dihêle ku hêza telefona we zû biqede, dihêle ku dema hun raketî jî bin we nerehet bike, dihêle ku hevalên we yê di bernamê de hertim we li ser xetê bizanin û gelik neyêniyên dîtir bixwere tîne. Bernama facebook messenger 3 ku wekî skype hatiye amadekirin di dema xwe ya ceribandinê de ye. Ji neha ve hejmarekî zêde mirovan bernama facebook messenger ji telefona xwe jêbiriye lê mixabin dema ku bernama facebookê bi xwe jî bikar tînin dîsan jî li ser xetê xuyan dikin.

REWANBÊJ TENKÎK Û ZANIST