Faşîsta al û lewha HDP daxistin û ala Tirkî daleqandin

Faşîsta al û lewha HDP daxistin û ala Tirkî daleqandin

Li Fethiyeya ser bi Muglaya Tirkiyê ve komeke faşîst û nijadperest ji bo astengkirina vekirina bînayiya HDP kevir barandine ser bînayiyê, xwestin lewha partiyê daxînin.

Êrîş û helwestên tund yên faşîstan dijî HDP û BDP û pêşketina van partiyên Kurd berdewamin.
Ji bo vekirina bînaya HDP berî hingî bi sedan kes li ser torbendên civakî xwe birêk xistin da ku nehêlin vekirin pêk bê. Di encama vê rêkxistinê de koma faşîst berê xwe dane kolana Dispanser ya ku avayiya HDP têde. Şûna ku polês xwepêşanderan dur bigrin, endam û karmendên HDP ji êrîşkeran dur xistin.

Êrîşkeran kevirên avayiyên derdor rakirin û ew kevirana avêtine bînayiya HDP ê. Piştî ku bûyer mezin bûn. Qeymeqam, Serokê Şaredariya Muxla û Midurê Ewlekariyê jî hatin cihê bûyerê. Kesên êrîşker aşkere li pêş evqas rayedaran diyar kirin ku hetanî lewheya HDP danexin ji wira naçin.

Serokê Şaredariyê bang li terembêla agirkujan kir û ji wan xwest ku remza HDP û lewheya partiyê daxînin. Karmendên agirkuj jî şûna navê HDP û remza wê ala Tirkî daleqandin. Çalekvanan xwestin remz û lewheya partiyê bişikînin û bişewitînin.

Bi gotina Şaredar çalekvan belav bûn.

Di vê çalekiyê de jî diyare ku li himber kar û barên partî an jî hêzên ne tirkperest hêrs û helwestekî dijwar heye. Bi taybet ala Tirkî ya ku vê dema dawiyê ji bo Kurdan jî di gelek deveran de hate daleqandin û nerbûnek li himber hate nîşandan wekî remzekî faşîzmê tête bikaranîn û dijî Kurdan wekî çekekê tê bilindkirin.

rewanbej.net