Ferda Çetîn dijî Îsmail Beşîkçî nivîsî

Ferda Çetîn dijî Îsmail Beşîkçî nivîsî

Ferda Çetîn li ser Îsmail Beşîkçî nivîsî û got
Vê carê Beşîkçî tê bikaranîn

Nivîskarê Kurd yê Tirkînivîs Ferda Çetîn vê carê li ser Professor û Civaknasê Tirk Îsmail Beşîkçî nivîsî û gelik xal û mijarên balkêş avêtin holê.
Ferda Çetîn di nivîsa xwe ya firatnews ê de bi nivîsekî tirkî berfireh li ser mijara Ismail Beşîkçî nivîsî. Di nêrînên xwe de çetîn ji ber nêrîn û vekolînû dazanînên Îsmail Beşîkçî aşkere wîya wekî dijminê PKK û di encam de dijminê gelê Kurd destnîşan dike. Çetîn dibêje ku Îsmail Beşîkçî siyasetvaniyê nake lê belê aşkere û vekirî siyaseta xwe dijî PKK û tekoşîna PKK ava dike. Çetîn nêrîneka hîn girantir derdibire û dibêje ku Beşîkçî dixwaze “Ocalan bê karîgerî û bênav bike”.

Çetîn nêzîkatiya Îsmail Beşîkçî û nêrînên wî berî demên bihurî ve dibe û dibêje ku Beşîkçî dixwaze siyaseta PKK yeke bê Apo bimeşîne.

Fîdan Çetîn nêrînên di derbarê Serokê PKK Evdille Ocalan de di rojnama Aydinlik de hatî weşandin hemiyan derew binav dike û dibêje ku Ismail Beşîkçî bohatiya xwe ji vê rojnamê digre.

Xala giring ya şiroveya Ferda Çetîn jî ewe ku dibêje Beşîkçî ji ber hizrê xwe yê Desthilatkirina pergala Komarî dijminiya Ocalan dike. Çetîn dibêje ku Beşîkçî dema ku Komar û desthilatiya Komarê dixwaze û Kurd û PKK bê komar jî dikarin xwe di nava Komara Tirkiyê de azad bikin û serbest bikin wê demê dijminiya Ismail Beşîkçî derdikeve holê.

Ferda Çetîn wan nêrînên Beşîkçî bi tundî rexne dike ku beşîkçî weha dibêje; Rêvebirên PKK yên Qendîlê hertim dibêjin “Em parçegeriyê nakin…” Rêvebirên PKK dê kengî bighêjin wê zanebûnê ku parçebûna bingehîn, parvekirina bingehîn Kurdin û Kurdistane. Gelo piştî evqas tekoşîneka demdirêj, evqas cangorî û ev qas sal ji bo çi di derbarê Kurd û Kurdistanê de negehane hizrekî saxlem.

Û Ferda Çetîn dipirse gelo ev asta azadbûnê, ev nasnameya azad û kesayeta azad ne rêvebirê PKK gelo Îsmail Beşîkçî û hevalên xwe pêk anîn?.

Wekî dîtir Ferda Çetîn rexne û nêrînên Îsmail Beşîkçî yên li ser Kurdan, yên li ser PKK bi tundî rexne dike û di encam de Îsmail Beşîkçî wekî dijber û xêrnexwazê Kurdan û PKK destnîşan dike.

Çetîn hemî kiryar û nêrîn û rexneyên Îsmail Beşîkçî bi wê yekê ve girê dide ku şêwirmend û kesên ku beşîkçî daf didin hene.  Fîdan Çetîn dibêje ku êrîş û karên bi vî rengî yên ku Ocalan û PKK bênav û bê deng dixwazin bihêlin hatine têkbirin û valaderxistin. Ferda Çetîn ev kar û kiryarên Ismail Beşîkçî wekî şêwazên şerê taybet binav dike û dibêje ku PKK û gelê Kurd ne xerîbê van fen û neqşa ye.

Nivîsa Ferda Çetîn ya dijî Ismail Beşîkçî ku ji rexneyê bêhtir wekî fermana tawanbarkirinê ye di nav torbendên civakî de jî bi awayekî seyr û sam hate pêşwazkirin di malpera Kurdistan Post û gelik malperên dîtir de wekî flash hate weşandin. û gelik helwestên dijber û alîgir jî derketin. Diyare ku li himber kar, ked, nêrîn, lêkolîn, vekolîn û dazanînên Professor û Civaknasê Tirk yê ku piraniya temenê xwe bi doza Kurdî, vekolîn û dazanîna doza Kurdî ve bihurandî Îsmail Beşîkçî dê gotûbêja van dazanîn û nêrînên Ferda Çetîn gelek bête kirin.

rewanbej.net