Festîvala Berxbir bi coşî berdewam dike

Festîvala Berxbir bi coşî berdewam dike

Mêhrîcana çand û huner û xwezayê Berxbir ya 9 emîn ku ji aliyê şaredariya Elkê ve li zozanên Laleşê bi dirûşma ’Rizgariya demokratîk û jiyana azad bi azadiya Rêber Apo pêkane’ pêk dihêt bi coşekê mezin berdewam dike. Bi deh hezaran kesên ku ji herêmên cuda beşdariya mêhrîcanê dibin bi cilûbergên xwe yên rengîn qada festîvalê dixemilînin.

Festîvala Berxbir ku eve 9 salin dihête organîzekirin û di çarçoveya festîvalê de pêşbirk dihêne encam dan. Di festîvala ev sal de pêşbirak penîr û mastên ku jinên reşmalan amade dikin pêkhat. Piştî vê pêşbirkê pezên herî ciwan yên zozanên Elkê anîne qada festîvalê. Her weha di pêşbirka berxbir de jî 8 şivanan hevrikî kirin. Bi hezaran kesên ku li qadê amadebûn bi çepik û tililiyan piştgirî dan şivanan.

Aheng berdewame

Piştî pêşbirka berxbirê ciwanên herêmê govend gerandin û yariya birê, holanê, Şêrê Keleş encam dan. Piştî van yariyan kesên ku di pêşbirkan de serkeftî bûne xelatên xwe wergirtin. Di berdewama festîvalê de der barê mêhrîcanê de panelek hate birêvebirin. Her wiha komên mûzîkê û hunermendan jî danê êvarî bi stranên xwe coşa mêhrîcanê zêde kirin.  Piştî konsera hunermendan komek ciwanan bi cilûbergên Kurdî hate qadê meşiyan û girseya li qadê jî bi çepik û tililiyan ew pêşwazî kirin û fîşekên hewayî esmanên zozanê Laleşê xemilandin.