Festîvala Berxbir bi dawî bû

Festîvala Berxbir bi dawî bû

Nehemîn Festîvala çand û xwezayê ya Berxbir ku ji aliyê şaredariya Elkê ve bi diruşma ’jiyana azad û demokratîk bi azadiya rêber Apo pêkane’ dihate li darxistin di roja sêyem de bi dawî bû. Di roja sêyam ya mêhrîcanê de bi hezaran kesên ku li zozanên Laleşê kon vedabûn beşdarê ahengên roja sêyem bûn.

Di roja sêyem de bernameya festîvalê bi xulekek rêzgirtinê destpê kir û di dumahîka bernameyê de jî pêşbirka zanistiyê ya KURDİ-DER’ê pêk hat. Di pêşbirkê de 7 tîman hevrikî kirin û pirsên der barê dîrok, çand û wêjeya Kurdî de hatin kirin. Piştî pêşbirkê ciwanên Elkê şanoya bi navê ’Reco û Meco’ pêşkeş kirin û şano rastê eleqeyek mezin hat. Di danê êvarî de jî dengbêjên herêmê stranên xwe jeniyan û Koma Kato û Koma Laleş konser dan. Di dumahîka festîvalê de jî beşdaran govend gerandin.

Festîval bi xwendina peyamên parlementerên BDP’yî yên girtî Faysal Sarîyildiz û Selma Irmak bi dawî bû.