Firoka Şer ya Surî hate xistin

Firoka Şer ya Surî hate xistin

Iro danê nîvro ji deverê hate ragihandin ku Firokeke şer ya artêşa Surî ji aliyê hêzên Emerîkî ve hate xistin. Li gorî agahiyan pîlotê firokê jî winda ye.

Hevpeymana bi pêşengiya Emerika ya dijî DAÎŞ ê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ragihand ku firokeke SU-22 ya şer hatiye xistin û got; Li Başûrê Navçeya Tabka yê piştî êrîşa li ser sengerên Hêzên Demokrat yên Sûrîyê ji aliyê firokên Hornet yên şer yên Emerîka F/A 18 ve demjimêr 18:43 hatiye xistin.

Hêzên Surî bi boneya hêzên Surî û yên DAÎŞ rastî hev neyên û da ku rêya artêşa Surî ya pêşdeçûna berbi Dêrazorê neyête astengkirin êrîşî çeperên Hêzên Demomrat yên Surî kiribû.