Fitch şiyarî da Amerîkayê

Fitch şiyarî da Amerîkayê

Saziya navdar ya diyarkirina krediyan Fitch da zanîn ku çê dibe asta krediyên Amerîkayê dabeze. Asta krediyên Amerîkayê heta niha AAA anku pir baş bû.

Gotubêjên der barê deynên hikûmeta Amerîkayê de ku di kongreyêkê de hatibû şirovekirin, berdewam dikin. Piştî ku plana Meclîsa Nûneran nehate pesend kirin Komarger û Demokratên Amarîkayê jî li hev nekirin. Heger kongre lîmîta deynan neke 16,7 trilyon dolar wê demê dê Amerîka nekare deynên xwe bide.

Saziya navdar ya diyarkirina krediyan Fitch da zanîn ku heger wesa be dê asta krediyên Amerîkayê dabeze. Ev gotubêjin di kongrê de bûne sedem ku li borsaya New Yorkê de 133 jimêr nirx wenda bike.

Di serî de Bankaya Cîhanî IMF û piraniya aborîzanên navdar dibêjin ku heger Amerîka deynên xwe nede bazaran dê aboriya giştî ya kurewî jî ji ber vê tevlîhev be.

Herî dawiyê rêveberiya Qesra Spî pêşniyaza Komargeran ya bilindkirina rêjeya deynan red kir.  Serokdewletê Amerîkayê daxwaza reformên der barê tendurustiyê de ya Komargeran red kir.

Li gor planên Senatoyê û yên Meclîsa nûneran dê heta meha Çileyê ji bo hikûmetê pare bihêne dabîn kirin û heta meha Sibatê jî rêjeya deynan bilind bibe. Bi vê awayî ji bo di xala bûtçeyê de alî lihev bikin maweya hevdîtinan û rûniştinan jî dê bihête dirêj kirin.