Gefa Putin li ser Ukrayina xisar da aboriya Rusya

Gefa Putin li ser Ukrayina xisar da aboriya Rusya

Piştî ku Serokkomarê Rusya Viladimir Putîn ji bo êrîşeke artêşê li ser Ukrayina destur da û parlemenê jî ev destûr pejirand êdî aboriya Rusya jî nirx winda kir.
Borsaya Rusya RTSI piştî biryarê di roja yekem ya kar de ser sedî 10 re nirx winda kir û bi 1141 nirxî ve dest pê kir.

Piştî ku ji ber aloziya Ukrayina karîgerî li ser Rubleyê rusya çêbû Benqeya Navendî ya Rusya ji nişkê ve faîz bilind kirin.

Faîza siyasetê ya Rus ku sedî 5.5 bû 150 nirx bi carekê ve bilind kir û faiz gihiştine sedî 7

Piştî biryara têkilbûna Ukrayina ve dolarek derkete 37 Rubleyî û euro jî bû 50,99 rûble.

 

rewanbej.net/abori