Gelik welatên cîhanê çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê dikin

Nûnerê Peywendiyên derve yên Hikumeta Kurdistan Felah Mistefa îro li gel hijmarekî zêde ya nûnerên hindek welatên cîhanê rûnişt.
Li gorî daxuyanî û derbirînên Felah Mistefa yên di rûpelê Hikumeta Kurdistanê de hate diyarkirin ku gelik welatên cîhanî bala xwe bi giranî didin ser rewşa Kurdistanê û bi taybet jî pêşveçûnên vê dawiyê, rewşa sûrî, Kurdên ku hatî başûrê Kurdistan ji rojava, û bi taybet rewşa demokratiya Kurdistanê bala van welatan dikşîne.
Bi armanca haydarbûna diplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê li ser guhertin û pêşveçûnên vê dawiyê di rojeva siyasîya herêma Kurdistan, Îraq û herêmî de, îro Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, digel diplomatkar û nûnerên welatên biyanî û nûnerên rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve yên li herêma Kurdistanê civiya.
Di civînê de, Mistefa armanca civînê ji beşdarbûyan re zelal kir û got:
– Armanc ji vê civînê xurtkirina têkeliyan û haydarkirina we yên birêz e li ser pêşkeftinên siyasî û aborî û helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li hember pirsên girêdayî Hewlêr, Bexda û hermî ye.
Berpirsê têkeliyên derve bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê û fermangeha têkeliyên derve sipasiya diplomatkar û nûnerên welatên biyanî û nûnerên rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve kir ku, di pêşxistina têkeliyên herêma Kurdistanê bi welatên ew nûneratî diken roleke ber bi çav hebû.
Mistefa di axaftina xwe de tekîd li ser siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên siyasî, aborî û kulturî bi welatên cîhanê re kir û gor ku, nuha 27 welatên biyanî nûneratî û konsulxane li herêma Kurdistanê vekirin e û 10 welatên din di rêzê de ne di van nêzîkan de nûneratî û konsulxaneyên xwe vekin û got ku, ev yek jî wê nîşan dide ku, dinyayê bawerî bi rewşa aram û îstîqrar siyasî û emnîya herêma Kurdistanê heye.
Mistefa behsa rewşa herêma Kurdistanê û Îraqê kir û helwesta hikûmeta Kurdistanê li hember pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê berçav kir, di heman demê de dilgiraniya xwe li dor kirîza siyasî û emnî û kuştina hevwelatiyên îraqî yên medenî li Karkûk û deverên din, naveras û başûr, yên Îraqê nîşan da:
– Binyatdanan Îraqeke demokratîk û federal, serxistina pirosesa siyasî li ser esasê destûr, pabendbûn bi hevbeşiya rasteqîne di dukimdariyê de dikare Îraqê ber bi aqrê aramî, îstîqrar û pêkvejiyanê bibe.
Li dor pirosesa hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û civatên wîlayetan, berprisê têkeliyên derve got:
– Hilbijartin di dema xwe de tên kirin û hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriya hilbijartinên şefaf dike. Em bi hêvî ne ku, hijmareke zêde ya çavdêrên navdewletî beşdariyê di çavdêriya pirosesa hilbijartinan de bikin.
Li dor rewşa Suriyeyê jî, Mistefa got ku, herêma Kurdistanê bi tu awayî destêwerdananê di karûbarên navxwe yên Suriyeyê de nake:
– Lê rewşa aloza Suriyeyê, koçbarbûna hijmareke zêde ya hevwelatiyên surî bo herêma Kurdistanê û welatên din cîyê dilgiraniyê ye û em hêvîdar in şer û şidet li Suriyeyê bi zûtirîn dem bidawî bê.
– Niha nêzîkî 170 hezar penaberên surî li herêma Kurdistanê hene û pêwîstiya wan bi hevkarî û alîkariyê heye. Em daxwazê ji we yên birêz dikin ku, di hewara penaberên surî yên li herêma Kurdistanê ne werin û alîkariya wan bikin.
Di dawiya civînê de konsulê giştiyê Brîtaniyayê bi navê beşdarbûyan sipasiya fermangeha têkeliyên derve kir ji bona civînê û zaniyariyên li ser rewşa Kurdsiatn, Îraq û herêmê.
Di civînê de, nûnerên Birîtaniya, Fransa, Holenda, Îmarat, Poloniya, Amerîka, Rusiya, Misir, Almaniya, Urdin, Filestîn, Koreya Başûr, Romaniya, Îran, Tirkiye, ofîsa Neteweyên Yekgirtî, mebûsê Yekêtiya Ewropayê, Karwan Cemal cîgirê berprisê têkeliyên derve, Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve û hijmareke raqêjkaran amade bûn.