Geverî heta sibê li Girê Rehmo man

Geverî heta sibê li Girê Rehmo man

Geverî doh bi armanca şermezar kirina bûyera Lîceyê û avakirina qereqolan bi girseyî çûne herêma Doskî û derketin girê Rehmo ku li wê derê qereqola seyar danîne, çalakiyek encam dan û çalakî heta sibê berdewam kir.

Geveriyan doh bi armanca şermezarkirina bûyera Lîceyê û çêkirina qereqolan çalakiyek li dar xist. Bi hezaran kesên ku doh li Parka Avaşîn çiviyan bi konvoyekê mezin yê wesayitan berê xwe dane herêma Doskî. Girse dema gehişte girê Rahmo ku qereqola seyar li vê girê ye, cendermeyan bi bombeyên gazê mûdaxale kir. Bi navbeynkariya berpirsên BDP’ê aloziya di nevbera çalakvan û cendermeyan de çareser bû lê girseyê vê carê jî li ber benda ku cendermeyan danîne çalakiya xwe berdewamkirin. Geverî heta danê sibê li girê rehmo govend gerandin, dirûşim qêriyan û xwestin ku qereqola Girê Rahmo bihête rakirin.

Piştî çalakiyên şeva din vê sibê serokê BDP’ê ya navçeya Geverê Naîl Durmaz ji girseyê re axavtinek kir û diyar kir ku pêvajoya aşitiyê ketiye çaremîn meha xwe lê ew ji vê rewşa çêkirina qereqolan û mudaxaleya tund ya li djî girseyan ne razî ne. Durmaz got: ’Me pê ne xweşe ku li ser sînorê Kurdistanê qereqol bihêne avakirin. Ji bo astengkirina vê yekê emê heta dumahîkê mafên xwe yên demokratîk bikar bihînin. Hebûna van qereqolan ji bo ewlehiya gel metirsîne’.

Piştî axatina serokê navçeyî çalakî bi dawî bû.