HDP Bersiva Erdoxan da

HDP Bersiva Erdoxan da


Li himber derbirînên Serokê Tirkîyê Erdoxan yên di derbarê Serokê HDP Selahattîn Demîrtaş de HDP bilez daxuyaniyek bi rêka rojnamevanan bo raya giştî  belav kir.

Li ser gotinên Erdoxanî HDP di daxuyaniyê de weha got;
Serokê AKP yê bi navê serokkomarê Tirkîyê li Hamburgê daxuyanî dayî Erdoxan, di daxuyaniyeka li Hamburgê dayî de kariye ji Hevserokeme yê giştî Selahattîn Demîrtaş re bibêje \"Ew teroristeke\".

1. Selahattin Demirtaş ne terorîste, Hevserokê Giştî yê HDP ye û vîna bi milyonan mirove. Parlementere. Kesekî bûye namzetê serokkomarîyê yê bi rûmete. Mirovek û Siyasetvanekî wehaye bi têkoşîna xwe û hizrên xwe di dilê wan gelê li Tirkîyê dijîn de cih girtiye.

2. Erdoxan bi vam nêrîn û hizrên xwe aşkere dest davêje, biryar diyar dike û biryar dide nivîsîn bo wan doz û dadgehên hîna bireve diçin.

3. Li gel vana tevan, Erdoxan ji bo Demirtaş beriya bêje \"Terorîst\" bi xulekekê gotina \"Tirkî welatekî dadê ye\" bikar tîne û piştî xulekekê \"Dadwerî ligel me serbixweye.\" Ev helwestekî seyre û derewe.

4. Bi vî awayî axaftina Serokmomarekî tu cari ne di wê rewşêdeye bête pejirandin. Em vê gotins Erdoxanî bi tundî şermezar dikin. Dîrok dê pêşanî me bide bê kî terorîste.

5.Em ji bo raya giştî radihînin ku him di warê siyasî de, him di warê dadweriya navnetewî de, em dê hesabê van gotinên bê pergal yên Serokê AKP bixwazin.