hdps-baydemir- Rewanbej
HDP: bila meclîs derbarê bûyerên Cizîrê lêkolînê bike

 

Îro 16ê Îlonê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê, Osman Baydemîr ji bo lêkolînkirina sedema qetilkirina xelkê sivîl li Cizîrê, pêşnûmeya têkoşînê pêşkêşî Meclîsa Tirkiyê kir.

Baydemîr di pêşnûmeya xwe de ragihand, di dema qedexeya hatûçûyê û derkeftina derve ya di rojên (4-12 Îlonê) de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, hiqûq bi awayekî cidî hatiye binpêkirin, sivîl hatine kuştin: ” ev yek ji aliyê parlamenterên HDP’ê û nûnerên rêxistinên mafên mirovan yên li bajêr ve ji raya giştî re hatiye ragihandin, di encama wan êrişan de tevî pitik û mirovên extiyar 22 kesan jiyana xwe ji dest dane”.

Di beşeke axiftina xwe de Baydemîr diyar kir ku di 9 rojên dorpêça bajêr de, li dijî pîvanên hiqûqî yên dewletê qedexeyan dewam kiriye, ji ber wan qedexeyan hevwelatiyan nekarîne pêwîstiyên xwe yên rojane peyda bikin û sekvanan jî di nava bajêr de mirov yek bi yek qetil kirine.

Baydemîr herwiha derbarê rêgiriya hêzên dewletê got: ”şanda ku ji 2 wezîran, parlamenterên HDP’ê û Heyeta Şopandinê ya Komeleya Mafên Mirovan pêkdihat ji ber astengiya hêzên dewletê nekarîne bikevin nava bajêr”.

Ji bo aşkerabûn û tesbîtkirina bûyerên Cizîrê û parvekirina rastiyan bi raya giştî re Baydemîr xwest, Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin û li navçeyê dest bi lêkolînan bike.

 

Nûkirina Dawî : 16 Sep 2015 14:02

Xwendin: 143


Leave a Reply