Hecî Qadirê Koyî di Warê Fikir de Xaniyê Duyem e | Jîyannameya Hecî Qadirê Koyî

JÎNAMEYA HECÎ QADIRÊ KOYÎ
(1825-1897)
Hecî Qadirê Koyî di sala 1825’an de li gundê Qeregeraç li herêma Koyî ji dayîk bûye. Di biçûkatiya xwe de, bavê xwe windakiriye, dayîka wî ew biriye Koyê û bi alîkariya Axa û Begên dewlemendên xêrxwaz daye xwendin. Ew li mizgefta Koyê, li cem Mela Ehmedê Gumbetî, li gel Mihemed Gelîzade hînî xwendinê bûye, navê feqîtiyê standiye û navê wî bi feqetiyê geryaye. Çûye Xûşnav, Serdeşt, Hewlêr, Kerkuk, Silêmanî, Sablax û Sinê. Hecî Qadir li cem mirovên zanyar û zana hîn bûye, bûye mela û binavê melatiyê li Kurdistanê geriyaye. Çûye Stenbolê li wê derê bûye nasê girgirên Kurd û Kurdistanê yên li paytextê Osmaniyan diman.
Li Stenbolê Qadirê Koyî bûye nasyarê têkoşerên azadiya Kurdistanê, çend salan bûye mamostayê kurên Bedirxan paşa, li wê derê destana Ehmedê Xanî “Mem û Zînê” dixwîne û pêşgotina wê lê xweş tê. Bîr û baweriya welatparêzî û netewperestiya Ehmedê Xanî dilê wî digre û di hişê wî de dirûne. Ew dibe xemxwarê gelê xwe, helbestên xwe di derbarê rewş û pêşketina gelê xwe de dinivîse. Bi helbestên xwe derdikeve hola rewşenbîrkirina gel, hewldide bi helbestên xwe gel azad bike, ji bin destê şêx, pîr, axa û begên Kurdan û hukumetên Rom û Îranê rizgar bike. Mîna Ehmedê Xanî gel şiyar dike da ku dest bi xwendinê bikin.
Di helbestên xwe de wiha dibêje:
“Yek bin, li hember hev şer nekin, ji bo xatirê azadkirina Kurd û Kurdistanê bi hevparî şer bikin.”
Ew di temenê 72 saliya xwe de, li sala 1897’ê diçe ber dilovaniya Yezdan. Gelek helbestê li ser Kurdan, xwezaya Kurdistanê û bi taybet li ser cihê jê dayîk bûyî û xweşikbûna wê hûnandiye. Dîwanek ya helbestên giranbiha hûnandiye.
HETA KU LI HEV NEYÊN QEBÎLÊN KURDAN
Heta li hev neyên qebîlên Kurdan
Her wiha bibin xirabên malan
Hemû dinya mezin û biçûk
Xemilî ye bi milkî wek bûk
Yek berg in, yek ziman û yek reng
Bêxeybet, bê eyb, ar û bê deng
Dinya pitirên dixwin û didin
Her çi meremê wane dikin
Her Kurd in, tenê bi pakî merd in
Bêmalî zeman e, mexsusî Kurde
Her mane bê deng û mezlûm
Mîna erdê xirabe zarê mesûm
Ger basê vê dipirsî kîjan e
Şerteke ku bû, hemû temane
Ew şerte bi kullî îtifaqe
Ger Mereş û Wanê, ger Îraqe
Qesreke avakîn ew îtfaqe
Ger wa nebe, her bê taqe
Sed şêx û mela û mîr û xanî
Bo lezeta îş û zindeganî
Li vî alî wan bihîlebazî
Li wî alî wan biteqlebazî
Qir kirin hemû li welat da
Heta milk û riya fewta
Çi te kir, wan ne kird
Xema wan ne bû ku mirin hemû Kurd.
Hecî Qadirê Koyî
WATEYA PEYVAN:
Milk:xaka kesekê
Xeybet:ne mamî (fesadî)
Merem:niyaz- mexsed (niyet)
Mesûm:bêguneh
Kullî:giştî
Zindeganî:xwe jiyan kirin