wpid-hec.jpg
Heciyê mirî wekî pezê qurbanê avêtin ser hev

Bi sedan heciyê li Mina yê jiyana xwe jidest dayî ji aliyê desthilata Siudiyê rastî nêzîkatiya “Pezê qurbankirinê” hatin.

Sermiftîyê Erebistanê El Şex bi daxuyaniya xwe henekê xwe bi miriya û misilmanên cîhanê kir û got; ” tu berpirsiyariya me di vê bûyerê de nîne. Mirov nikare ji qederê bi reve”

Rêvebiriya Erebistanê şûna ku berpirsiyariya bûyerê rake û arîkariya malbatê heciya bike henekê xwe bi wan kir.

Li gorî nûçeya rojnameya El-diyar sedema mirina 800 hecî Kurê Keyserê Siudiye.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Kurê Keyser Salman xwestiye biçe “şeytan kevir bike” bi vê boneyê li gel 300 kesî û amûrên leşkerî hatiye deverê. Ji bo vê yekê jî rêka heciya hate guhertin û tê gotin ev yek bûye sedema qelebalixê û miriya.

Piştî mirina heciya. Meytê wan bi kevçeya hatine kom kirin û weki meytê kêriyê pez hemî avitine ser hev.

Siudî Erebistan hetanî neha jî ola islamê ji bo berjewendiyê xwe bikar tîne hatiniyên heciya û Hecê ji bo hêzên terorist weki Daiş bikar tîne.

image

image

Nûkirina Dawî : 26 Sep 2015 13:36

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 179