• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hejmara Şehîdan dighêje 100 î

Hejmara Şehîdan dighêje 100 î


barkirin: Rezber 10, 2015, 3:38


Rayedarên Tirk yên ku aşkere kirdarê bûyerê ne hejmara kesên di komkujiyê de jiyana xwe jidest dayî wekî 86 ragihandin.
lê belê li gorî dîtinên kesên beşdarî mîtîngê bûyî û şahidiya bûyerê kirî hejmara kesên hatî şehîdkirin dighêje 100 kesî.

Bûyera dirinde ku beriya wê jî ji aliyê rayedarên dewleta tirkiyê ve dihate ragihandin ku dê bûyerên bi vî rengî bêne kirin li gorî dîtinên beşdarvana jî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye kirin.

Beriya çendrojekî ji aliyê berpirsên PKK ve daxuyanî hatibûne dayîn ku dê hemî leyistok û siyasetên Hikumeta Erdoxanî vala derxînin û wana bibin bixin. Eve jî dihate wê wateyê ku PKK dê berî hilbijartinan agirbesteke yekalî ragihîne. Lê wisan diyare ku hikumeta Erdoxan beriya PKK pêngaveka wisan bavêje bi komkujiyê bersiv da.

dîtin: 176

Pêveker:

hejmara Şehîdan dighêje 100 î