Helbest

Yaxî li ser yasayên mijê
Yaxî ji mija ez û tu jê
Di nav min da yekî nojdar û cadobend
Mişte, ji xewnên xunava li nav nêrgizê
Di nav min da yekî magoşî û hetavî
Li spêdeyên sor, sê kirinoşa diçit ber rojê.
Tenha
Li ser kevalên xwe yên tozgirtî
Di pûnijim
Eger min agir ne dizî ba,
Nedibûm geda, çav li pêdana minîrivayê
Eger min agir ne dizî ba, ba şil ne dibû
Ta di zivistanên çiyayî da, givgivê bikit.
Eger min agir ne dizî ba, zos sil ne dibû
Ta rewanên pîs v rê bikit.
Hizirvan-Duhok