Hemû xebatên Birayên Misliman hate qedexe kirin

Hemû xebatên Birayên Misliman hate qedexe kirin

Dozgerê Misirê Muhammed El-Sayed diyar kir ku dadgehê hemû xebat û çalakiyên rêxistina Birayên Misliman qedexe kiriye.

Li Misirê piştî ku desthiladariya Muhammed Mursî ji aliyê artêşê ve hate hilweşandin vê carê jî hemû xebat û çalakiyên rêxistina Birayên Misliman hatinbene qedexe kirin.  Dozger Muhammed el-Sayed daxuyand ku dadgeha Misirê hemû xebat çalakiyên vê rêxistinê, sazî û komeleyên di bin banê rêxistinê de kar dikin, hatine qedexe kirin.’

Partiya Azadî û Dadweriyê ku weke baskê fermî yê rêxistina Birayên Misliman dihête zanîn, piştî desgîr kirina serokomarê berê Muhammed Mursî hate girtin û piraniya rêveberên wê jî hatine destgîr kirin. Ji bo darizandinê dadgehê Mursî jî şandiye dadgehê.

Her weha dadgehê biryar da ku dest daynin ser tevahî saman û malên vê rêxistinê û daxwaz kir ku ev rêxistin bihête betal kirin.

Rewanbej.net