Hêroxan dest ji kar kêşa

Hêroxan dest ji kar kêşa

Berpirsa malbenda yekê ya YNK, endamê polutbûroya YNK û hevjîna Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed bi beyanameyekê diyar kir ku wê dest ji wezîfeya xwe berdaye.

Piştî aşkerebûna encamên hilbijartinên herêmê ku Yekîtiya Nîştîmanê Kurdistan deng wenda kir û li herêmê bû partiya sêyem çavê rayagiştî li ser helwesta rêveberên YNK’ê bû. Di nava YNK de yekem destji kar kêşan pêk hat. Berpirsa malbenda yekê ya YNK, endamê polutbûroya YNK û heman demî de hevjîna serokê YNK Celal Talabanî, Hêroxan Îbrahîm Ehmed diyar kir ku wê dest ji wezîfeyê berdaye.

Li gor nûçeya Puk media Hêro Îbrahîm Ehmed,  berpirsa malbenda yekê ya Yekîtiya Nîştimanê Kurdistan bi beyanameyekê ragehandiye ku wê dest ji kar kişandiye. Li gor nûçeyê Hêroxan gotiye: Min dema ku erkê berpirsyartiya malbenda yekê girte stuyê xwe, rewşa rêxistinên Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê gelek xirap bû. Min ne tenê ji bo xatirê YNK’ê ew biryar da.

Hêroxan di berdewama beyana xwe de diyar dike ku eve çar sale ew hewl dide xizmeta bajarê Silêmanî û gund û navçeyên derdora wê jî bike. Hêroxan dide zanîn ku wê bi rêya malbendê, gelek arîşeyên mulkdarî û pirsgirêkên din yên gel çareser kirine. Hêroxan dibêje ku gelek pirsgirêk jî dihatin ba wan, ev jî girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn, ewan ev pirsgirêk dişandin berdestên hikûmetê lê piraniya wan nehatine çarewser kirin.

Di dûmahîka beyanameyê de Hêro Îbrahîm Ehmed spasiya hemû dost û alîgirên YNK dike, daxwaza serketinê dike û dibêje: ’Ez we dilniyame ku Silêmaniyê di dilê min deye û hemîşe bajarê jiyana min e, hêjayî hemû xizmet û karên baştir e.