• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hevpeyvîn be Koma Awazên çiya re | Dêrsim Oremar

Hevpeyvîn be Koma Awazên çiya re | Dêrsim Oremar


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Êlûn 26, 2015, 9:22


“Li her dera dinê ku îrade û evîn bi hevre bibin heval, jiyan jî rengê xwe yê rastîn derdixe ber ronahiyê. Li serê çiyayên Kurdistanê evîneke mezin li pey gûherandina sîstemên desthilatdar li Rojhilata Navîn di hemû waran da têdikoşin. Ji wan re şev û roj weke hevin. Di qadên siyasî, civakî û hunerî dixwazin jiyanê ber bi başiyê ve bibin.

Min xwest bi vê hevpeyvîn re vê rastiyê ji we xwînedevanên hêja re bidim selmandin. Komeke hunerî li serê çiyayên Kurdistanê, keç û xurt tev bi hevre dixebitin û dengê awazên wan ji sinorên welatê me jî derketiye”.

Dêrsim Oremar

Em çanda şoreşgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel…

– Koma we di çi salekê de hat damezirandin, armanc ji damezirandina komek wiha çi bû?

– Zozan gabar: Cara yekem di sala 2000′ de tam me destpêkir, wê demê dibistana çand û hunerê bi navê dibistana şehîd Sefqan hat ava kirin. Di nav de beşên: şano, muzîk, govend û bi giştî xebatên çandî cîh digirtin. Hejmara endamên dibistanê wê demê 80 kes bû, bi hejmarekî ewqas mezin dibistan hat ava kirin. Dinva wê dibistanê de gelek kesên ku niha şehîd bûne jî hene, yek ji wan kesan şanogerê me yê mezin heval Hêvî hebû, heval Yekta hebû, hevalê Rêzan, herwiha ji beşa muzîkê heval Egîd hebû, hevala Delîla ku di wan demên dawî de şehîd bû û hevalên din jî di xebatên çandî de cîh digirin ku niha li herêm din yên xebatê ne. Pir hevalên ku wisa di nava wê xebatê de cîhê xwe girtin hene. Xebata wê dibistanê ji wan salan hetanî roja îro jî berdewam e, herwiha niha jî navê dibistana me dibistana şehîd Sefqane.

 Çima Dibistaneke wiha hat avakirin?

– Sedema serekî ya ku pêwîst hat dîtin ew dibistan bê ava kirin, wek tê zanîn em li serê wan çiyan têkoşînekê didin meşandin, jiyana vir pir cudaye û gelek aliyên wê hene. Yanî em zêdetir dinava şer dane, lê me xwest ku aliyê statîk ango xweşikbûna wê jiyanê jî bê dîtin. Xweşikbûna wê jiyanê bi şêwazên din jî heye, ne tenê em bêjin aliyê leşkerî, aliyên din yên wê jiyanê jî hene. Dibistan li ser bingeha nasandina wê jiyanê bo xelkên derwe di şert û mercên dijwar de hat ava kirin. Bi demê re li gor şert û mercan hejmara kesên di dibistanê da hat guhertin û niha jî hejmara wê dibistanê weke wê demê nîne, hê kêmtir bûye. Cara berê me binavê Koma Mizgîn dest bi xebata xwe kir û albumek binavê Dengê Zerdeşt û çend kilîp jî derxistin. Lê koma Awazên Çiya piştre di sala 2006’an de, di festîvala Mexmûrê, di salvegera şehadeta hevala Bêrîtan de hat ava kirin.

 

Hûn di nava koma xwe de çend kesin, navên we çine?

– Koma me bi giştî ji 10 kesan pêk tê:

  1. Zozan Gabar, 2.Têkoşîn Spêrtî, 3.Baran Dilbihar, 4.Özlem Mahsum, 5.Zafer Yilmaz, 6.Şevger Dilxwaz, 7.Sercan, 8.Ava Reş, 9.Ferzê, 10.Delîl ku niha li herêmek din xebata xwe dimeşîne.

Çima we navê koma Awazên Çiya li koma xwe kir?

– Em fikirîn ku çava dikarin tiştên li vir dijîn an jî çêdibin nîşan bidin? wek tê zanîn em li çiyane, navê me kesên ku li çiya jiyan dikin, em gerîla ne û li çiyan dijîn. Ancax me temaşe kir bi navekî wiha watedar dibe. Awazên Çiya dikare baştirin bersiv be bo nasnavê jiyana me. Bi gotinek din awazên ku li cîhê jiyana me dertên, tên xuliqandin û derdikevin, ji bona wê jî me navekî wiha bi nêrîna hemû endamên komê li xwe kir.

Bi giştî heyanî niha li ser navê ”dibistana şehîd Sefqan” çi berhemên we yên qeyid kirî weke CD û kaset hene û hatine belav kirin?

– Zafer yilmaz: Hetanî niha li jêr navê Koma Mizgîn kasêtek me binavê dengê Zerdeşt, bi awayê deng û reng derketiye, lê zêde nehat belav kirin. Lê piştre ku me navê koma xwe guhert û kir Awazên Çiya albuma duyemîn bi navê Siya Jînê ku ji 12 stranan pêk dihat jî derxist û niha li Ewrupa û bakurê Kurdistanê hatiye belav kirin, lê hê negihîştiye başûrê Kurdistanê. Herwiha me 5 stran bi navên ” BÊRÎTAN, OREMAR, KATU, PEPÛLE, EY SEROK”, tenê bo radioya Dengê Mezopotamiyayê şandine. Ji xeynî stranên Bêrîtan û Oremarê derfetek wiha çênebûye ku em kilîpa bo stranên din bikşînîn. Lê di demên pêş de ligor derfet û îmkanên xwe û ger pirsgirêkek dernekeve emê kilîpên hemû stranan bikşînin.

Di van zor û zehmetiyan de û li wan çiyayan hûn bi çi evînekê karê hunerî dikin? Pirsgirêkên ku derdikevin pêşberî we çine?

– Şevger dilxwaz: Ji xwe qasî xuya dike tiştê herî xweş di nava zor û zehmetiyê de çê dibin. Sedema bingehîn jî, ger em rewşa xwe berçav bigrin, berî her tiştî ku em şoreşgerin, di nav xwezaya Kurdistanê de, li ser çiyayên Kurdistanê weke gerîla, zor û zehmetiyên me ku yên heyî ew hemû li aliyekê. Şehadeta gelek hevalên hêja ku li ber çavên me çêdibin, li ser navê wan, ji bo xatirê wan, ji bo nifşên pêşerojê, dane naskirin. Bêguman hîn afirandkarî di nava me de dide çêkirin. zor û zehmetiyek ewqas me nedîtiye ku li hember hevalên komê bibe asteng. Zor û zehmetiyên me bêhtir pirsgirêkên teknîkîne ku kêm û zêde tên çareser kirin. Koma me jî bi vî awayî tim karê xwe dide meşandin. Ez bawerim jî ku di demên pêşberî me de berhemên xweş û baş çêbin, wê ne li cîhên rihet, lê li cîhên zor û zehmet de yê bên çêkirin. Em endamên komê bi vê yekê jî gelek kêfxweş dibin ku di şert û mercên dijwar de tiştên xweş biafirînîn.

Di wan demên dawî de koma we bêhtir bi gotina strana “Oremarê” nav û dengê xwe belav kir, çima? tekst û muzîka wê stranê ya kêye, herwiha sedema çêkirina wê stranê çibû?

– Baran dilbihar: Tekst û muzîk wê stranê ya min bi xweye, lê bi nêrîn û nîqaşên hemû endamên komê hat çêkirin. Tiştê ku pêwîste gelê me bizanibe ewe ku di nava me de komînal bûn(?) heye. Ji bo ku berhemên çêdibin serkeftî bin karekî ku em dikin hevpare û nîqaşên zêde li ser tên kirin.Ew rêbazeke nûye û dibe ku di paşerojê de bandora xwe li komên din jî bike ku ew jî rêbazeke wiha bidin şupandin.

Derheqa strana Oremarê û belavbûna nav û dengê wê pir aliyên xwe hene ku bên nirxandin. Yanî mirov nikare tenê di aliyekê de bibîne. Her weku hûn jî dizanin di encama çalakiyeke gerîla de ew berhem jî derketiye holê. Yanî berê sedem çalakî bû, li ser wî esasî jî ew berhem hat afirandin. Pêwîst dihat dîtin, buyerên ku dinava jiyana gerîla de derbaz dibin, bi taybet jî milê egîdî û gernasî dinav de bibin berhem. Fîdakariyên wiha bigehin nava gel. Di serî de çalakî bû wê çalakiyê bandorek xwe ya mezin li çapemeniya dinyayê jî kir. Ew aliyek bû ku berhem ewqas nav û dengê xwe belav bike. Aliyê din jî ew pêvajo bû ku me têde jiyan dikir, bi awayekî pir bihêz ew temam kir ku ew berhem hîn bêhtir karîbû rola xwe bilîze û bi eşiq û evîn bikeve nav dilê guhdarvanên xwe de. Elbet milê din aliyê hunerî û wêjeyî yê stranê bû. Dema berhem hatiye çêkirin bi awayekî gelêrî, ku bikaribe ruhê gel xitab bike him aliyê mêlodiya xwe de him jî aliyê wêjeya xwede. Ji bo wê jî ew tesbîta ku hatibû kirin îro ji mere baş dide xuya kirin ku tesbîteke rast bû. Yanî rast gihişt gel û rast ew xitab kirin, ji bona wê jî ewqas zû belav bû û bi awayekî berfireh jî hat pêşwazî kirin. Tiştê din ku gelek balkêşe ewe ku ew stran ne tenê dinava miletê Kurd de belkî ji aliyê xelkê biyanî jî baş hat pêşwazî kirin. Wek ku xeber gihişt me tê gotin ku di nava malperên înternetê de, yêk ji cîhên ku stran herî bêtir lê tê guhdar kirin Amerîka Latîn û Afrîqaye. Wek tê zanîn li wan deran jî di demên berê de gerîlatî hatiye kirin, beriya niha me guhdarî berhemên wan dikirin Lê niha bi rastî jî şoreşa me gihiştiye asteke wiha ku berhemên xwe yên hunerî, jiyana gerîlayên xwe yên Rojhilata Navîn bi derve bide guhdarî kirin û hez kirin. Herwiha sedemeka din ya zêde pêşwazîkirina wê stranê kişandina dîmenên mustened ango rastîn bû. Hunera ku dinava sîstemê de hatiye afirandin wiha nîne, lê kilîpên bi vî rengî pir rihet, rast û cewherdar û wek xwe hatine çêkirin û rihek taybet têde heye. Ji ber wan sedeman ez bawerim strana Oremar ewqas dinava gel de hatiye hez kirin û ewqas cîhê xwe girtiye.

Kişandina kilîpa Oremarê di şert û mercên çawa de derbaz bû?

– Şevger dilxwaz: Wek tê zanîn şert û mercên ku gerîla têde dijîn zor û zehmetiyên wê jî hene, em gropek bûn du hevalên din jî bi mere hebûn. Ji bo zivistanê me darên hişik kom dikirin. Wê demê nîşan dida ku wê êrişên dijmin li ser me çê bibin, ji bo wê me amadekariya xwe dikir. Di wan rojan de çalakiya Oremar çêbibû û di encamê de du hevalên me (Şiyar û Zinar) jî şehîd ketibûn. Demek zêde em bi wan hevalan re mabûn, şevê me guhdarî nûçeyan dikir, ku şehadeta herdu hevalan hat rageyandin. Birastî bandorek pir mezin li me kir û hetanî sibehe xew bi çavên me neket. Di wir de me qirar da em stranek li ser qehremantî û çalakiya wan hevalan çêbikin. Sibehê me dest bi karê xwe kir lê me nehişt hevalê Baran kar bike û wî dest bi nivîsandina helbestê kir. Her parçeyek ku dinivîsand ji mere digot. Bi vî awayî di navbera sê-çar rojan de teksta stranê hat nivîsandin. Piştre em vegeriyan cîhê xwe û me dest bi qeydkirina stranê kir, hîna em di destpêka karê qeydê de bûn ku teyare hatin û dest bi bombaranê kirin. Demek wiha derbaz bû teyare çûn û me piştre stran qeyid kir. Di kêlîyên dawî yên karê qeydê de jî car din teyare hatin û dîsan dest bi bombareneke girantir kirin. Demekê wiha derbaz bû û me jî ew yek dişopand. Di wan şert û mercên giran de îdeyek, hêrsek, hêzek bo insan çêdibe, bîr û baweriyek mezin bo însan çêdibe. Ew dijmin çi dibê bila bibê çi zor û zehmetiyên ku hene bila hebin ew berhemê ku pêwîste çêbe wê çêbe. Ji bo ku ji wan êrişan re bibe bersiv roja piştre em derketin û dinava 2 saetan de me kilîp kişand. Bawerim kêm û kurtasiyên wê jî hene lê çimkî di şert û mercên giran û rast de hat kişandin; cîhê xwe dinava dilê gel de girt. 

Dema mirov bala xwe dide stranên koma we, zêdetir stranên şoreşgertiyê tên gotin, gelo hûn naxwazin di berhemên xwe de cîh bidin stranên klasîk an jî gelêrî?

– Têkoşîn spêrtî: Ji xwe beriya hunermenditiyê em şoreşgerin, em gerîla ne, ji bona dozekê em derketine. ji bona wê jî pêwîste hunera me li ser şoreşgertiyê bê meşandin, em çanda şoreşgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel jî. lê di nava stranên me de stranên klasîk jî hene. Em pir beşan digrin destê xwe, dinirxînin û dibêjin. lê bi giştî hunera me jî ji wê hunera kilasîk bingeha xwe digire. Li ser wê yekê hûrbûnek cuda heye, dane meşandin jî heye. Lê şert û merc, herwiha derfetên me nahêlin ew yêk zêdetir derkevin pêş. Li gor mercên ku derdikevin hîn berhem amade dibin. Herwiha em di stranên xwe de cîhek taybet didin gotinên kilasîk jî. Ger strana Oremarê bala we kişandibe tê dîtin ku peyvên kevin weke (şûr û mertal) têde cîh digirin. Li ser gotina kilamên kilasîk ji xwe hunera me bi giştî li ser wê bimgehê hatiye avakirin. Em niha bi awayekê din wan stranên xwe yên kilasîk nûjen dikin. Em çanda şoreşgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel jî. Ji bona wê jî em her duyan pêşkêşî gel dikin, lê di serî de hunera şoreşgertiyê ji mere pêngava yekêye. Di demên pêş de emê cîhek taybet bidin stranên kilasîk û gelêrî jî.

Çi piroje an berhemên nû ji bo paşerojê li ber destê we hene?

– Özlem mahsum: Wek tê zanîz hetanî niha tenê kilîpa stranên Oremar û Bêrîtanê pêşkêşî guhdar û bîneran hatine kirin. Pir berhem li ber destê me hene, ku hîn ji wan hatine qeyid kirin jî lê carê kilîp jêre nehatine kişandin. Hîn berhemên din jî hene em dixwazin weke surpirîzekê pêşkêşî gel bikin. Ji xeynî wê jî her hevlê/a di wê komê de çend besteyên xwe hene ku tev di dorê dene û di demên pêş de wê bên qeyid kirin û kilîp jî jêre bên kişandin.

Bi giştî teksta stranên komê kî dide we, kesek ji dervey komê jî alîkariya we dike?

– Ji xwe ew besteyên tên hazir kirin em têde jiyan dikin û tînin ser ziman. Ji bona wê jî kesek alîkariya me nake. Dinava komê de dema hevalek besteyekê çêdike, nêrînên hemû hevalan li ser çê dibin.

Hûn qebûl dikin kesek ji derve alîkariya we bike?

– Belê em qebûl dikin, lê niha ji ber ku zêde têkiliyên me bi wan re çênabin, em bi xwe stranan diafirînin. Xweşikbûna hunerê jî di wê deye ku tu bi xwe berhemekê biafirînî.

Bi dîtina we ferqa dinavbera hunera li çiya û hunera ku li bajaran tê afirandin çiye?

Têkoşîn spêrtî: Pirsek gelek xweşe. ji xwe çanda çiya hindek cudatire. eger em vegerin dîroka Kurdan bi xwe jî, dibînîn ku Kurdan berê li çiyayan xwe parastine û jiyan kirine. Herwiha bi wî rengî çanda xwe jî parastine. Ji bona wê jî hestên çiya, zimanê çiya, xweşikbûna çiya û jiyan kirin li çiyan bi serê xwe dibe hunerek. ew hunera ku tê afirandin jî dibe zimanê çiya, ku gelek taybete. dema ba li pelên daran dixe zimanekî derdixîne, lawirek zimanekê derdixîne, dengê avê zimanekê derdixîne, rawistan li ser zinarekî bilind zimanekê derdixîne. Ew hemû dibine yek û zimanê gerîla derdikeve holê. Ji bona wê hest û hunera ku li çiya tê çêkirin bêguman xwedî naverokek gelek dewlemendtir û ji ya bajaran gelek bihêztire jî. Ji ber ku ev huner bi jiyan kirinê re tê afirandin. tiştê ku mirov jiyan neke û berhemên wê çêbike di hestê xwe de zêde kûr nîne. Ji bona wê jî ez bawerim weke Awazên Çiyan, çi berhemên ku em derbixin ji ber ku em li çiyan dijîn û em bi xwe jî diafirînin û îfade dikin û herwiha wan bi gel re dikin yek, gelek cudatir ji yên bajaran çêdibin. Zuhatiyek di berhemên bajaran de tê dîtin. Pir caran bala me kişandiye dema hunermendên ji derve tên çiya û piştre vedigerin û berhemên piştî vegerê çêdikin, hêstên wê gelek ji yên ku berê çêkirine, cuda û serkeftîtirin.

Yanî hûn dibêjin çiya îlhamekê dide mirova?

– Ji îlhamê zêdetir, tu bixwe têde jiyan dikî. Mesela dema hunermendek ji bajaran behsa darekê dike, lê dar bixwe nedîtiye û pêre jiyan nekiriye. Lê li çiyan tu pêre dijî. Rengên wê dizanî. Dema tu lê mêze dikî, di hundurê wê de çend rengan dibînî. Tu li ser wan çend rengan hunera xwe ava dikî. Cudatiya di navbera çanda bajar û ya çiyan hemû têde jiyane ku ya çiyan zehmettire jî. Yanî tu him huner, him çand, him gerîlatî him şoreşê tevan bi hev re dimeşînî.

Têbînî: Ev hevpeyvîn di sala 2008’ê de û li Çiyayên Qendîlê hatiye çêkirin û di çend malper û rojnameyên Başûrê Kurdistanê de belav bû, niha çend kes di vê Komê de namane. Me weke Malpera Rewanbêj pêwîst dît hevpeyvînê cardin biweşînin.

dîtin: 1004

Pêveker:

hevpeyvîn be koma awazên çiya re | dêrsim oremar