HEYDER ŞEŞO LAWÊ GELÊ ME YE

HEYDER ŞEŞO LAWÊ GELÊ ME YE

QASO ŞEŞO:
HEYDER ŞEŞO LAWÊ GELÊ ME YE!

Hema hêja min bavê fermandarê navdar yê hêzên berxwedana Şengalê Heyder Şeşo–Qaso Şeşo ra bi têlêfonê deng kir.
Qaso Şeşo birayê fermandarê hêzên berxwedana Şengalê yê naskirî Qasim Şeşo ye. Ew vê gavê li Almanîyayê dimîne.

Duhu şev min têlêfona wî ya desta ji dost û hevalên xwe xwest û wergirt. Hevalên ku têlêfona kekê Qaso dane min, ji min ra gotin: «Van rojan bi hezaran zengil ji bo vê malbetê tên. Kekê Qaso a`cize, ewê bersiva te nede…». Min jî got, başe, her tenê wî ra bêjin, rojamevanekî ji Rûsyayê wî ra dixweze deng bike.

Bi rastî, min her tenê dixwest dengê vî camêrî bibhêm û gelo ew çi dibêje li ser girtina lawê xwe. Ez bi wî ra axifîm û min dengê kekê Qaso li bal xwe qeyd kir, ku sibê nebêjin Prîskê Mihoyî derew kir…

Belê, û min îro, hema gavek pêş da têlêfon vekir. Kekê Qaso bersiv da:
– Min bi têlêfona te tê derxist, ku Rûsya li ser xetê ye, li ser çavên min û li ser serê min, ez gelekî memnûnim, ez amade me, fermo, bêje…

– Ji bo çi Heyder girtin, kekê Qaso?–Min ji wî pirsî.
– Ji bo wê yekê, ku Heyderê min mal û milkê xwe hîşt û çû Şenagala me biparêze. Ewî nav û deng da! Ji ber ku ewî li dora xwe lawên bavçê civand û hêza me êzîdîyan amede kir! Ew endamê YNK ye, eva jî ne bi dilê PDK û Herêmê ye…
– Bi texmîna cenabê te, kekê Qaso, di girtina Heyder da sîyaset heye?
– Belê, sîyaseta partî û rêxistinên Herêma Kurdistanê…
– Lê dibjin, Xwedê giravî, Heder pere û çek ji hinek deveran wêrgirtîye?
– Îro gelek tişt dibêjin, ku giva lawê min xayîne û nizam çi ye…
– Gelo te birayê xwe–Qasim Şeşo ra li ser girtina Heyder deng kirîye?
– Belê, lê di sîyasetê da biratî jî îdî nema ye, mala me xirab bibe…Lê bila her kes bizanibe, Heyder Şeşo ne ku tenê lawê mine, ew lawê gelê mine! Ez bi lawê xwe va serblindim… Êzîdîyên me yên Rûsyayê ra bi kerema xwe bêje, ew tiştên ku Rûdaw û çapenîya Herêmê dinivîse, hemû derewe. Çapenîya bi peran û li ser xwîna gelê me amade bûye, gelo rastîya wê çapemenîyê wê çi be?! Ez Heydarê xwe baş nas dikim! Ez wî bawer dikim… Lê ez ji bo Herêma Kurdistanê ji bo bûyera girtina Heder gelekî şerm dikim…

… Û hema wê demê dengkirina me nîvcî ma û qut bû, ji ber ku pere li ser têlêfona min neman. Tû, tû, tû…

Prîskê Mihoyî.
11.04.2015.