Heyva Sor a Kurdistanê: Em alikariya gelê xwe bikin

Heyva Sor a Kurdistanê: Em alikariya gelê xwe bikin

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bîlgîn bangawazî li gelê kurd kir. Di bangawaziyê de hat xwestin ku kesên ku cih û warê wan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye wêrankirin, \'\'Ji ber minasebeta cejna qurbanê divê em alîkariya wan bikin.\'\'

Cejna qurbanê nêzîk dibe. Heyva Sor a Kurdistanê jî lez daye xebatên alîkariyê.
Ev xebat li 15 welatan dewam dike. Armanca vê xebatê; bajarên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine wêrankirin ên mîna 
Gever, Sûr, Cizîr, Silopî û Hezexê kesên ku mexdûr bûne alikariya wan bê kirin.

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bîlgîn diyar kir ku em wekî sazî ev 24 sal in di serî de alîkariyê didin gelê kurd û me heya niha alîkarî daye gelek welatên din jî. Em îro jî dixwazin piştgiriyê bidin gelê xwe. Ji ber vê yekê em li benda piştgiriya gelê xwe ne.\'\'