Hezên aram

Hezên aram

Gelek şevan di ber bejna aramê da

Serê heyvê di danim nav aşopan

Li ser kevirên bêdengên aramê dirûnim

Bala min diçît ser hizirek şepal

Aşopa min di çît çameyeka rind

Bîrokên xwe werdigirim ji şopan.

 

Hezên min

Ji pîroziyên hinavên çiyan

Çiyayên aramin di nav çiyayan da

Hindî tenahiya landik di pêtivî

Li perestgehan diseknim, kirrinoş dibim

Her wek pîroziyên robarên razayî

Ewên mar awa… bi bawerî diçin

Hem dibin ciwanî, hem dibin jiyan

Jiyanê di bexşin, bi navendên çiyan.

 

Ji çiyayên aramê

Ji kuhên li benda azadiyê

Toş bûm hingamê.

 

Jiyan dibarît, bi rendî û nazdarî

Ji cergê gundên, welê bi şahane

Li ser textê sîngê vê xaka pîroz

Palê xwe dayine çavên robarî

Gelek qurbanî û renca sed salan

Ji kevalên sor bûyî,

Her wekî xwînê û yên taze çêbûyî

Ji hemû şoreşên xwîn bûye diyarî.

 

Ev çameya min, ya ji renc û hizirê

Pêşkêş ji Şêxan… Ji bo mirîdan

Hindî berze bûyin li girtin û enfalan

Hemû şehîdan

Ev peyvên xembar

Ji bû serweran… Hemû egîdan.

 

Ev çame xewne, heye çîrok bît

Dibît dîrok bît

Dibît aşopek reng çîvanok bît

Giring, ramanên bejin dirêjin

Şev di bêzarin, di nav reşî da

Bêdengî tirse di bê hişî da

Dibît derbazbûn, her yek hevok bît.

 

Ez û gulopek kiz di jora min ve

Dibîn yek parçe, ji çîrokek hindabûnê

Reng dikizin û deng di neyî

Teratiya ji sirê dibarît, me digivêşît

Wekî aşopan ez yê parivebûyim

Tama jiyanê li taryê gemore

Mirovê tenha û hest birîndar

Pirtên berzebûyên çaxî vedikêşît.

 

Gelek pirtên min efsane awa

Di mozexanên ji bîrikirinê da

Hema di berzene

Wêneyê cugrafiya seruçavên min,

Bi tirs hema di bihojît

Em bi xwe pertokek milyon parçene.

 

Eger hişa min…

Ewa befirînî rastiyek mabît

Ji pişta dîrokê bi bît û zabît

Şerefxanî, yan jî xanî

Li ser bendeka perrên zerên qendeharî

Ne nivêsî

Hema di kujyên evan şevan da

Canê tenhabûnê di kujim

Da hepare, bi tirs û tenha nehêne lîsî.

 

Ez kujekê hepareyê tenhabûnê

Kî heye bi karît bi dadeka dadirevşt

Min wek kujek dadgeh biket

Ez di nav xwe da çend nivşekim, ne parznî

Çêbûna me di nav êk daye

Di nav rengan da dihêm veşartin

Heza min bi xwe ariyane û dîtina min hêmnî.

 

Di jora xwe ve

Ez gelek parçe û tiştim

Eve wênê azerî ye li ser mêza min

Eve azerê wêne ye di çavên min da

Têgehiştim

Ev pişka ûn di wêneyî da dêmê min e

Di parçeka cugrafiyayê da, mayî qersî

 

Lê dîsan jî, seruçavên min yên mandî

Ji hêrsên sirrê biçûk dibin

Rengên wêneyî ditîj û zîqin, hevok dibin

Tirsê dibexşin, hesta tevaya bîneran

Bi nêrre wêney livlivoke

Ev xwîna ji birînbûna min dirijît…

Na cemisî.

 

Hizir dikem

Çameyek min dîrok bi bît

Tim hest dikem

Dîroka me çame dibît

Dîwarê çargoşeyê li bermiber min

Hemû rengên wî di mirarin

Miriya radikem

Min divêt rengan ji nû vejînim

Vî dîwarî bi kem kevalek

Bo vê çama xweya şermîn

Bi firçê xweyê hinêrê di înim

 

Li evê tenişta rojava

Wênekî bîxodî çêkem

Destekî wî keme mîtra û

Destekî dî keme horî

Çavekî

Keme erzerom û yê dî kelihorî…

Guharikekî keme şengal

Guharikê dî feyilî û Torî.

 

Wêneyekî efsane ye li nav perwazî

Li navenda mezin bûnê

Xewneka miz ez dibînim

Fihêt dikem bikem gazî

Ev efsane elhoyekî yezdanî ye

Alayekî ser bilinde

Xewna min ya çamevanî ye

Welateke û azadî ye.

 

Nivîskar: Hizrvan