• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hêzên Kurd li Şengalê di pêşrewiyê de ne

Hêzên Kurd li Şengalê di pêşrewiyê de ne


barkirin: Gelarêzan 12, 2015, 6:35


Oparasyona azadkirina Qeza Şengalê ku îro 12’ê Mijdarê ji aliyê hêzên Kurd ve destpê bû berdewame û hêzên Kurd karîne hin xalên stratejîk yên nav bajêr de kontrol bikin.

Ligor raportan, hêzên Kurd ji hêzên pêşmerge, gerîllayên PKK, hêzên Êzidî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê pêk tê û ji sê cebheyên Rojhilat, Rojava û Başûr ve êrişî ser çeperên Grûpa Dewleta Îslmaî (DAIŞ) kirine. Ew êriş bi hevkariya firokeyên şerker yên hevpeymanan ve tê kirin.

Herwiha heşt êrişên bombekirî yên DAIŞ’ê ji aliyê firokeyên hevpeymanan ve hatine têkşikandin.

Ligor agahiyan HêzênKurd karîne ji çend eniyan ve biçine nava bajêr û çekdarên DAIŞ’ê ji çend kolanan paşve kişiyane.

Ligor hin çavkaniyên herêmî hejmareke kuştî û birndarên DAIŞ’ê zêde ye û beşeke zêde ya hêzên wan ber bi bajêrê Teleiferê li Bakurê Rojhilatê Şengalê reviyane.

dîtin: 217

Pêveker:

hêzên kurd li Şengalê di pêşrewiyê de ne