New Army New Suriye-Rewanbej
Hêzên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragehand

Hat ragehand’n 13 hêzên şoreşger yên Sûriyê bi navê ’’Hêzên Sûriyeya Demokratîk’’ bi awayekî fermî yekitiya xwe ragihandin.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ji ’’ YPG’ê, YPJ’ê , Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Navenda Çalakiyên Hevbeş a Burkan El-Firat, Şoreşgerên Reqayê (Siwwar El-Reqqa), Şems El-Şemal, Lîwa El-Selaciqa, Tugayên Cizîrê (Elwiyet El-Cezîra), Cebhet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran (Cebhet El-Ekrad, Lîwa 99, Odeya Çalakiyan a taybet 455, Lîwa El-Selaciqa, Ehrar El-Zawiya, Lîwa Sultan Selîm, Lîwa Şehîdên Etarib), Lîwa El-Tehrîr û Lîwa 99 a Muşat’’ pêk tên di daxuyaniyeke çapemeniyê de yekîtiya xwe bi navê ’’Hêzên Artêşa Sûriyeya Demokratîk’’ ragihandin.

Daxuyaniya ava kirina hêza hevbeş piştî civîna zêdetirî 2 demjimêrî a nûnerên hemû hêzan ve ji raya giştî re hate ragehandin. Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Hêzên Senadîd Şêx Bender Himêdî El-Deham ve hate xwendin.

El-Deham destpêkê ragîhandina hêzên Sûriya Demorkatîk ku bi beşdarbûna nûnerên gelek pêkehteyan hatiye damezirandin li hemû gelê Sûriyê pîroz kir û got: “Avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk gaveke dîrokî û zayîneke ji bo pêşeroja Sûriyê ye. Bi vê yekê dê nehcê bingeha hemû gelê Sûriyeyê li ser bingeha azadiya jinan bê avakirin. Armanca me ji vê yekê, ew ku em Sûriyeya Demorkatîk ava bikin.”

Deham herwiha got: “Di civîna me ya damezirandinê de rewş û pêşketinên heyî yên li Sûriye û têkçûna hemû ezmûnên berê hate nîqaşkirin. Sedema têkçûnên berê jî ji ber destwerdana hêzên derve bûye.”

Tê gotin di civînê de nûnerên Ereb, Kurd, Suryanî, Asûrî û Turkmenan beşdar bûne.

D beşeke din ya daxuyaniya Deham de hatiye, ’’Armanca me ya sereke şerê hêzên ku dijberiya gelê Sûriyeyê dikin û di serî de çeteyên DAIŞ’ê ye. Em spasiya koalîsyona hêzên navnetewî ku piştgiriya me kirin, dikin û careke din bang li hêzên navnetewî dikin ku piştgiriya me bidomînin.”

Nûkirina Dawî : 17 Oct 2015 3:21

Xwendin: 154


Leave a Reply