Hinar

Hinar, Henar, Nar ev her sê navê vî fekîyîne ku di nav kurdan de belavin. Dara hinarê li hemî ciyan (deşt yan ciya) şîn tê, di biharê de gûlîlkan didê û di dawîya havînê û destpêka payizê de maywa xwe didê, gûlîlka wê pir xweşik û bedewe ji ber vê yekê kurdan navê gûlîlka wê li keçên xwe kirînye (Gûlnar) Ereb, Tirk, Faris û Ewrupî jî navê Gûlnar ji keçan re bikar tînin, Ereb û Ewrûpî (cûllenar) bikartînin.
Di Cuqil/Şax, gûlîlk, qaşûl, lib û di dendikê hinarede pir şîfa û sûdgirtin hene.
Pijîşkê kevnar Îbin Sîna dibêje çuqilên dara hinarê li derdora xanî û malan gelek teba, mîro û sirsirkan durdixê û ji ber vê yekê hin teyîrik hene ku hêlîna xwe tenê di nava cuqilkên dara hinarê de avadikin.
Feronî û Yonanîyên kevin qaşûla meywa hinarê bi awakî hûrkirî yan bi tenê yan jî di nav hingiv de ji bo derman kirina birînên kûl yên sistêma dahandinê, pizikên nexweşîya xûrya û hemî pizikên kûl yên cermê laşê mirov bikar dianîn.
Li cem kurda jî ji bo zik êşê û jehrî yê pir bi kar tê anîn.
Meywa hinarê pir zengîne: Vîtamîna C, Vîtamîna B5, Omêga 5, Polîfînol û Tirşîya Pûnîsîk yên ku wek antî aksîdantin xûrt tên naskirin û parastina sîstêma xwîngerê ji nexweşîyên dil û damara, dendikê hinarê pir zengînin bi tirşîya pûnîsik û omêga 5 û ev herdu kirîste pir bi sûdin ji bo nûkirina şaneyên cermê laşê mirov, donê dendikê hinarê ji bo bedewkirina dest û rûyê keç û jinan li ewrupa pir bi kar tê anîn.
Dr. Haji Mahmoud