Holanada Messiyê Kerkûkê vexwende welatê xwe

Holanada Messiyê Kerkûkê vexwende welatê xwe

Akademiya Deyoung ya werzîşê ya Holandî, zarokê Kurd Yar Seîdê 11 salî ku weke Messiyê Kerkûkê tê naskirin vexwende welatê xwe.

Piştî ku navûdengê Yar Seîdî ku weke Messiyê Kerkûkêtê nas kirin belav bû, Akademiya Deyoung ya werzîşê ya Holandî bi fermî daxwaznameyek ji malbata wî re şand û ew vexwendine welatê xwe. Der barê mijarê de bavê Messiyê Kurd Seîd Wehîd diyar kir ku ew serbilinde ku kurê wî jiber behremendiyeke wesa hatiye vexwendin. Wehîd got ku Yar tenê ne kurê mine kurê gelê Kurd e.

Bavê Messiyê Kurd Seîd Wehîd ji bo çûna Holanda jî alîkarî ji rayadar û berpirsên hukûmeta herêmê xwest. Wehîd got ji bo bikarim xeyalên kurê xwe bicîh bînim amademe ku xaniyê xwe jî bifiroşim.