• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
HPG: Di rêze çalakiyan de 75 polîs û esker hatine kuştin

HPG: Di rêze çalakiyan de 75 polîs û esker hatine kuştin


barkirin: Êlûn 27, 2015, 2:44


Navenda Ragehandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel (HPG)’ê di daxûyaniyeke nivîskî de ragihand: di 24’ demjimêrên borî de li bajarokê Elk (Beytulşebab) a parêzgeha Şirnexê, di çend çalakiyên Gerîllayên wan de, 75 polîs, esker û 14 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxûyaniya Navenda Ragehandin û Çapemeniya (HPG)’ê de ku 26’ê Îlonê hatiye weşandin de hatiye, Gerîllayên wan di demjimêr 05:45’a berbanga 25’ê Îlonê, di yek demê de çend rêze çalakî li bajarokê Elkê li parêzgeha Şirnexê, bo ser (9) binke û baregahên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê pêkanîne.

Ligor heman daxûyaniyê, di encama çalakiyan de 24 demjimêran kontrola navenda bajarokê Elkê di destê gerîllayan de bûye û Artêşa Tirk bi firokeyan navenda bajêr bombebaran kiriye û di encamê de 14 gerîllayan û 4 hevwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha bi giştî 75 polîs û eskerên Tirk ji di vê çalakiyê de ji aliyê gerîllayan ve hatine kuştin.

Li gor daxûyaniya Artêşa Tirkiyê jî, ji destpêka şer û pevçûnên her du aliyan û di nava 81 rojan de, 1337 Gerîllayên PKK’ê û 129 eskerên Tirk û cerdevanan jiyana xwe ji dest daye.

Tê îdîa kirin ku medyayên Tirkiyê, gelek caran hejmara kuştiyên xwe di şerê bi PKK’ê re ji raya giştî vedişêrin û hejmara kuştiyên PKK’ê zêde radigehînin.

dîtin: 257

Pêveker:

hpg: di rêze çalakiyan de 75 polîs û esker hatine kuştin