• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
HPG: Gerîlayên me li Tendûrekê helîkopterek xistin xwarê

HPG: Gerîlayên me li Tendûrekê helîkopterek xistin xwarê


barkirin: Êlûn 20, 2015, 11:37
xwendin: 168


Navenda Ragehandin û Çaemeniya Hêzên Parastina Gel HPG’ê  roja yekşemê 20’ê Îlonê di daxûyaniyeke nivîsikî de ragehand, gerîllayên wan li Çiyayê Tendûrekê ya rêze çiyayên Agiriyê, helîkoptereke şer ya Kobra xisine xwarê û di encamê de herdu firokevanên di helîkopterê de hatine kuştin.

Artêşa Tirk roja 17’ê Îlonê bi piştevaniya helîkopterên şer dest bi oparasyoneke berfireh li çiyayê Tendûrekê kirine û bi riya helîkopteran hêz dabezandine ser çiyayê Tendûrekê.

Ji ber vê di navebra gerîllayên Kurd û Artêşa Tirk de pevçûn çêbûne, di encamê de gerîllayan helîkopter hedef girtine û li nêzî bajarokê Arnestê keftiye xwarê.

Hêjayî gotinê ye şeva 24’ê temûza îsal, 85 firokeyên şerker yên Tirkiyê zêdetirî 400 der li başûrê Kurdistanê hedef girtine, ku tê îdîa kirin bargahên PKK’ê lê hebûne.

Piştî 24’ê Temûzê li gelek deveran şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de çêbûye.

Pêveker:

hpg: gerîlayên me li tendûrekê helîkopterek xistin xwarê