Pentagonê Huawei qedexe kir

Pentagonê Huawei qedexe kir

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon)ê jiber sedema asayiş û îhtîmala sîxuriyê bikaranîna çend telefonên zîrek yên Çînê ji leşker û karmendên xwe re qedexe kir.

Telefonên zîrek yên ku bikaranîna wan li leşker û rayedarên leşkerî yên Amerîkayê re hatine qedexekirin; Huawei û ZTE ne, ku li welatê Çînê têne çêkirin.

Li gor zanyariyan, Pentagonê di van demê dawî de bikaranîna telefonên Blackberry jî bidawî aniye.