Huda-Par-yapicioglo-Rewanbej
HUDA-Par di hilbijartinan de beşdar nabe

Partiya Doza Azad (Huda-Par)ê biryar da ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên Parlementoya Tirkiyeyê de beşdar nebe.

Biryara Huda Parê ji aliyê Serokê Giştiyê vê partiyê, Zekeriya Yapicioglu li avahiya Huda-Parê ya Amedê di daxuyaniyeke çapemeniyê de hate ragihandin.

Zekerîya Yapicioglu got, ji ber şert û mercên nerênî, partiya wan di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de beşdar nabe.

Yapicioglu di axiftina xwe de bal kişande ser hilbijartinên 30’ê Adara 2014’ê û 7’ê Hezîrana 2015’ê û got: ”di hilbijartina 7’ê Hezîranê de gel bi îradeya xwe yan neçû ser sindoqan an jî dengên wan ji sendoqan kêm derketin, ji ber ku baweriya wan eve dê di vê hilbijartinê de jî wiha be, tu wateyek beşdariya partiya wan di hilbijartinê de namîne’’.

Yapicioglu diyar kir ew bi namzedên serbixwe jî tevlî hilbijartinê nabin û bi tu partiyeke din re jî lihev nakin ku bi awayê hevbeş di hilbijartinê de beşdar bibin, lê hilbijartinê boykot nakin û dengderên wan azadin û dikarin dengê xwe bidin partiyên din.

Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’ê de Hud-Par bi namzedên serbixwe û destnîşan kirina 9 namzedan beşdarî hilbijartinê bibû.

Huda-Par partiyeke îslamî -Kurdî li bakurê Kurdistanê ye û di sala 2012’ê de hatiye damezirandin û di sala 2013’ê de bi awayekî fermî hatiye nas kirin.

Gelek caran tê îdîa kirin endamên vê partiyê alîgirên Hizbulahê ne ku di salên 1990ê’ de bihêz bû û navenda wan li bajarê Elîhê ya bakurê Kurdistanê bû. Lê Huda-Par wan îdîayan red dike.

 

 

Nûkirina Dawî : 18 Sep 2015 2:01

Xwendin: 428


Leave a Reply